Serrûpel Nûçe Şanda ewlehiyê ya Îranê bi Serokwezîr re rûnişt

Şanda ewlehiyê ya Îranê bi Serokwezîr re rûnişt

Belav bike

Duh êvarê şandeke îranî bi serokatiya alîkarê Sekreterê Giştî yê Encumena Asayişa Millî ya Îranê Ehmed Emîrî li bajarê Hewlêrê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.

Li ser naveroka hevdîtinê, berpirsê karûbarên Îranê di Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê de Ebdullah Akreyî ji Rûdawê re got, di civînê de behsa rewşa Iraqê, şerê DAIŞê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin.

Ebdullah Akreyî her wiha da zanîn, şanda îranî dê sibê (îro) jî serdana bajarê Silêmaniyê bike û bi rayedarên YNK û Gorranê paşê jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike.

Li gorî agahiyên Akreyî, şanda îranî dê sê rojan li Kurdistanê bimîne.

Beriya niha Îranê Serokwezîr Barzanî vexwendibû Tehranê lê Akreyî li ser vê yekê got, di civînê de ew mijar nehat rojevê. Rûdaw