Google navê Rojava kir Kurdistana Sûriyê
Google; motora lêgerînê ku germ nêzîkî zimanê Kurdî nabe û reklamê xwe nade malperên Kurdî peyva `Rojava` di nav wergera xwe de bi cih kir. Dema hun di cihê wergerê ya Googlê de `Rojava` dinivîsin bi zimanên dîtir wateya wê derdixe.
Google hetanî neha zimanê Kurdî negirtiye nav cihê wergerê de û reklamên xwe bi biyanoya `Zimanekî ku nayê naskirin` nade malperên bi zimanê Kurdî lê dîsan jî peyva `Rojava` bi gelik zimana wergerandiye. Dema hun di wergerê de `Rojava` dinivîsin weha derdikeve. (rewanbêj)
ENKS çima Hikûmeta Intîqalî ava nake?
ENKS dikare Hikûmeteke Intîqalî ragihîne. Ewê rola parlamentoyê bibîne û ji nava xwe û kesên teknokrat hikûmetekê ava bike! Nêzîkî mîlyonek Kurd li derveyî rojavayê Kurdistanê ne.
ENKS dikare cihekî ji bo hikûmetê bibîne destpêkê dikare li derve be weke nimûne li başûrê Kurdistanê be, bi qasî nifûsa welatekî Kurdên Sûriyê li wir hene.
Li gor ENKS dibêje PYD rê nade wê ew li rojavayê Kurdistanê kar bike di îdarekirina welat û parastina wê de beşdar bibe, wê demê dikare li derve hikûmeteke intîqalî ava bike û qet nebe nêzîkî mîlyonek Kurdên li derve îdare bike.
Ji ENKS tê xwestin ku projeyeke wiha bide peşiya xwe
Li Kobanî qerara zewacê derket
Kantona Kobanî zewaca bi zêdetirî jinekê re qedexe kir.
Her wiha biryara qedexekirina zewaca bi zorê, bi zorê zewicandina bi pismam re, zewaca berdêlî, zewaca beramberî deynan...
Kesên biryarê bi cih neynin wê ji 3 mehan heta salekê werin cezakirin her wiha wê cezayê peran jî bidin.
Wezîrê Brîtanî li Kurdistanê ye
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê brîtanî ji bo karû barê Encumena wezîran û şanda bi wî re kir.
Wezîrê brîtanî Hon Oliver xweşhaliya xwe bi serdanê anî ziman û li hemberî aramiya li Kurdistanê û qehremaniya pêşmerge li dijî DAIŞ sersamiya xwe eşkere kir.
Wezîrê mêvan piştgirya welatê xwe ji bo xelk û hikşmeta Kurdistanê û pêşmergeyan di hemû waran de dupat kir.
Ji aliyê xwe ve serokwezîr Barzanî spasiya serdanê kir û diyar kir ku alîkariya Kurdistanê û pêşmergeyan bi alîkariyeke berdewamî heye.
Rewşa Îranê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêwendiyên herêma Kurdistanê ligel welatên cîran mijarên sereke yên hevdîtinê bûn.
Nizamettin Ariç: Zarokên Amudê (vîdyo)
Zarokên Amudê, Ez di xebatên we de paşeroja Kurdistanê dibînim.
Li ser internetê wêneyên Merkel û Îlham Ehmed
Li ser rûpelên medyaya civakî komment û wêneyên balkêş têne belavkirin. Gelekan ji bikarhênerên Facebookê sûretên serokwezîra Almanya Angela Merkel bi kincên kurdî fotomontaj kirin û ji xwe re kirin profîla şexsî. Li kêleka sûretê Merkel sûretê serkirdeya TEV DEM Îlham Ehmed jî belav kirin û kommenta piraniya wan jî ew bû ku Merkel deriyê Almanya ji penaberên Kurd û Sûrî re vekir û ji wan re got hpn bi xêr hatin, li aliyê din jî Îlham Ehmed ji Kurdên Sûrî re dibêje eger we destelat û sîstema me qebûl nekin derkevin!
Şofêrê kamyona mirinê hate girtin (foto)
Şofêrê kamyona mirinê ku 71 koçberên Sûriyê têde mirin, ku bi eslê xwe libnanî ye, hate girtin û sûretê wê hate belavkirin.
Li dijî KOÇKIRINÊ dest bi Mêtîngên Girseyî dike
AVESTA KURD - Emîndariya Giştî ya ENKS roja şemiyê (29.08.2015) li bajarê Qamişlo civîna xwe çêkir û têde hinek biryar standin.
Serokê ENKS Brahîm Biro piştî civînê diyar kir ku ew li ser gelek pirsên siyasî, xebat û projeyan rawestiyan û ew bêhtir li ser diyardeya koçkirinê û sedemên wê sekinîn.
Biro diyar kir ku wan biryar standin roja şemiya bê (05.09.2015) li hemû bajarên rojavayê Kurdistanê mêtîngên giştî li dijî Koçkirina ji rojavayê Kurdistanê derkevin.
“Wê demê bila gel serok hilbijêre”
Sekreterê Polîtbîroya PDK’ê Fazil Mîranî ragehand ku heger aliyên siyasî di mijara pirsa hilbijartinÊn serokatiya herêmê de lihev nekirin bila gel biryara dawî bide.
Tabûtên 71 termên penaberên Sûriyê
Tabûtên 71 termên penaberên Sûriyê ku ji Hingarya diçûne Nemsa û di beradeya kamyona mirêşkan de xeniqîbûn, cemidî ji aliyê polîsan ve hatibûne dîtin. Lê heta niha baş nayê zanîn ka ew çawa cemidîne û jiyana xwe ji dest dane.