Serrûpel Nûçe Karayilan: Eger ji we tê fermo şer bikin!

Karayilan: Eger ji we tê fermo şer bikin!

Belav bike

 Em îro jî tevlî çarçoveya wê deklarasyonê dibin. Wê demê jî em gelekî bi samîmî nêzîk bûn. Ji bo berpirsyariyên wê bi cih bînin me civîneke çapemeniyê lidar xist û ji raya giştî re ragihand. Li ser vê bingehê me dest bi pêvajoya vekişînê kirin, lê belê hikûmeta AKP’ê û dewletê berpirsyariyên xwe bi cih neanîn.”

Karayilan diyar kir ku hikûmeta AKP’ê, dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dest bi şerekî topyekûn kiriye û anî ziman ku kuştina du polîsan li Serêkaniyê, ku weke hincet tê nîşandan, sextekariyeke mezin e.

Karayilan der barê vê mijarê de ev nirxandin kir: “Her kes dizane ku beriya 15 rojan Bulent Arinç got ‘rojên zehmet li pêşiya wan e’. Yanî biryar berê girtibûn, amadekariyên xwe kiribûn. Gelo pêkane di nava du rojan de dest bi tevgereke topyekûn bikin? Diyar e ji berê ve operasyona li hemberî civakê, êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşa bi tank û topan plan kirine, amadekariyên wê kirine. Yanî her tişt bi awayekî plankirî meşiya.

Li Serêkaniyê kuştina du polîsan, bi biryareke navendî ya me nehatiye kirin. Ev çalakî ji aliyê yekîneyeke me ya fermî jî nehatiye kirin. Çalakiyek ji aliyê komeke ji xwe re dibêje ‘Fedaiyên Apoyî’ ve hatiye kirin. Ji xwe me jî bi vî rengî aşkera kir. Hema yekser xwe avêtin ser vê bûyerê. Halbûkî hikûmetê di çarçoveya biryar û amadekariyên xwe yên berê de roja 24’ê Tîrmehê dest bi êrîşê kir.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, der barê daxuyaniyên rayedarên Tirk ên ji bo girankirina şer de bi vî rengî peyivî:

“Eger ew dixwazin me bi şer tine bikin, keremkin; eger ji wan tê bila bikin. Bi derfetên xwe yên îstîxbaratê û teknolojiya pêşketî bawer dikin, ku me biqedînin. Bila fermo ya ji destê wan tê bikin. Wê hingî bibînin ku yên vê pêk tînin wê tine bibin an em ê tine bibin. Di vê mijarê de, eger werin bê guman wê tiştna bibînin.”

Lê careke din dibêjim; pêwîste her kesên li yekparebûn, yekîtiya Tirkiyeyê difikirin, hemû hêzên ji Tirkiyeyê hez dikin, divê vê xeteriya ku AKP bi şer derxistiye pêşiya Tirkiyeyê bibînin. Me bi durustî û ji dil gotin ku em ji çareseriyê re vekirîne, lê ew dixwazin me bi bombeyan tine bikin. Eger dixwazin me tine bikin, wê demê em jî neçar in bi vîna xwe bi rêbazên xwe alternatîfên pratîkî yên çareseriyê destnîşan bikin û bixin rojevê. Yek ji van alternatîfan jî Şerê Gel ê Şoreşger e, ku ji bo gelê me veguheriye tekane alternatîf. Bi biryardarî meşandina vê û encamgirtin, wezîfeya me ya sereke ye. Vê carê şensê me yê serketinê bilindtir e.” anf