Serrûpel Nûçe “Wê demê bila gel serok hilbijêre”

“Wê demê bila gel serok hilbijêre”

Belav bike

Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di hevpeyvînekê de li gel televizyona Kurdistan TV behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê kir. Mîranî derbarê nakokiya aliyan ya li ser pirsa hilbijartina serokatiya herêmê jî got ku giftûgo bi awayek aştiyane didomin û eve jî nimûneya hebûna demokrasiyê ye.

Fazil Mîranî diyar kir ku li hev nêzîknebûna nêrîna aliyan ti bandorekê li ser Pêşmerge û hêzên ewlekariyê nekiriye û got: ”Ti metirsiyek li ser piroseya siyasî ya Herêma Kurdistanê nîne.”

Sekreterê Polîtbiroya PDK’ê dubarekir ku ew dixwazin serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin û got: ”Heger hat û aliyan di vê mijarê de lihev nekir, em dixwazin gel bixwe biryar bide ka serok ji aliyê parlamenê ve yan ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin.”

Mîranî balkişande ser wê yekê ku, nehezên gelê Kurd çavdêriya rewşê dikin û dixwazin pirsgirêk û metirsiyên mezin ji ezmûna Herêma Kurdustanê re çêbikin.

Fazil Mîranî diyar kir ku divê nûnerên hemû aliyên parlemenê jî beşdarê civînan bibin û amaje bi rêkeftina aliyên siyasî li ser 13 xalan kir, ew rêkeftin jî bi deriyek baş bo rêkeftina dawî da zanîn. BAS