Serrûpel Dosya Xwendina Zimanê Kurdî di Sedsala 21 de

Xwendina Zimanê Kurdî di Sedsala 21 de

Belav bike



Gelekî seyr e ku desthelatek “nûjen” riya dîktatorên binaxbûyî carek din bişopînê û îdolojiya wan bicû û ji xwendevanan re bike kayîk, tev ku desthelat xwe dibîne wek hêzeke gelîrî li dijî zordariyê lê xwendina qeşmeriya felsefî berovajî li vê armancê derdikevê.

Gelek Kurdên Rojava yên ne alîgirên PYDê piştgiriya Biryara Xwendina bi Kurdî ji aliyê desthelata ser bi PYDê ve kirin, lê bicêwîkirina xwendina Kurdî bi Felsefa Netewa Demokrat re wek bingehek û gaveke mezin ber bi damezrandina Dîktatoriyek pir nexweş nîşana metrisiyê li ser mayîna desthelatek bê mukurhatin û lawaz dide.

Em di dehsala duyem ji sedsala bîstûyekê de ne û navbera me û Hitler, Sitalîn, Sedam Hisên û Hafêz Esed bi dahan sal ji rijandina xwînê hene ta dawiya pir xerab û kênqîmet ji dîroka lehengiya ku van kesan bi rijêmek zordar xwestin ji xwe re damezrînin, tê bîra min dema tirsa bêhûde ji hêzên ewlekariya rijêma Sûrî ku welatiyan hevokeke Hafiz Esed ( Welat Hêjay e .. Welat Giran e ) ji xwe re dikirin zingilê Mobîl, û gava şoreşa 2011 dawiya Destana Esed anî ev hevok bê qîmet ma û bû matîryal ji henekan re li ser Medyaya Civakî.

Em di Serdemeke bêhêvî de dijîn, xelk milkê xwe difroşê û bîranîn û jiyana xwe li şûna xwe dihêle bo koçberiya Ewropa bi egera peydakirina jiyaneke bi rûmet dûrî felsefe û siloganên bêwate . salên 1980 bi televîzyonên reş û sipî koça bê veger kir û gelekî ecêbe hewlidana kontrolkirina mejî û ramanên nifşa înternêtê bi heman dezgeh û gotarên 30 salî berê

hewildana desthelata kurdî ya bê mukurhatin bo pêşkeşkirna şaristaniya xwe ya ku bi gavên mezin ketiye pêş Erebên Sûrî yên ku hemî rêxistên xwe yên medenî rûxandin û dadgehên oldarî ku bi şerîe’ta kevneperestan fermanan dide lê di heman demê de ev desthelata Kurd peykerên gelekî li paş li gor sepolên şaristaniyê yên standard ji xwe re peyda dike.

Mixabin wê nûçeyên xwendina Felsefa Netewa Demokrat bigihe Rojavayê Ewropa ya ku ta ana li Kurdan dinerê wek Gelekî cûda ji Ereban û şerîe’ta wan ku ji gorên 1400 salî radibe, û wek ku Ewropiyan dev ji Zombiyên Ereb ( miriyên ku ji goran radibin di fîlmên tirisdariyê de ) berdan, ne zehmet bi siyasetmedarên wan binaxkirina Netewan Demokrat û dersên Nazîsizimê dûr ji planên pêşerojê.

Egerek girîng heye ku zarokên me piştî çend salan ji ana qayîl nabin bi xwendina destana netewa bê çara li hember çêkirin tirêzînekî sê tayer li gel çîrokên pismamên wan yên koçber li Ewropa û rahînana li pêşesaziyên Mercedes û BMW

Gelo ti eger heye ku careke tenê Kurd riya herî zehmet negirin û bi hêsanî tevlî şaristaniyê bibin ?

Mihemed Nebo    

Nivîskar – Hewlêr