Serrûpel Magazîn Komeke muzîkê nû hate avakirin (Vîdyo)

Komeke muzîkê nû hate avakirin (Vîdyo)

Belav bike

Koma hunerî ya bi navê “Serxwebûn”, ku nû hatiye avakirin, yekemîn berhema xwe bi navê “Şingal”, bi rêya Rûdawê re belav kir.

 

Koma hunerî ya Serxwebûnê, nû ava bûye û piraniya stranên wê komê stranên neteweyî ne.

 

Endamên koma Serxwebûnê hemû ji Rojavayê Kurdistanê ne, Ji Efrîn, Kobanî û Cizîrê ne, û yek ji endamên wan (Fetîn Ehmed) bi regez Ereb e û xelkê bajarê Humsê yê Sûriyê ye.

 

Rêveberê Koma Serxwebûnê Ehmed Ekaş li ser avabûna komê ji Rûdawê re ragihand ku ev sê meh in koma wan hatiye damezranidin û got, me gellek stranên neteweyî amade kirine lê me xwst destpêkê bi strana Şingalê xwe bi cemaweran bidin nasîn.

 

Ehmed Ekaş anî ziman ku piştî tomarkirina strana Şingalê, vîdyo kilîba wê jî bi sponsertiya Rûdawê hat çêkirin.

 

Strana Şingalê ji helbestên Ehmed Ekaş û awazên koma Serxwebûn e.

 

Hunermendên ku di vê stranê de beşdar bûne, ev in:

 

Fetîn Ehmed

 

Selah Bayram

 

Laleş Mîdî

 

Teyar Elî

 

Ehmed Ekaş

 

 Strana han li studyoya “For Music” hatiye tomarkirin.

 

Strna Şingalê li ser êş û birîna kurdên êzîdî û komkujiya Şingalê hatiye gotin û tomarkirin.

 

Ev jî lînka vîdyo klîbê li ser Youtube ye:

 

https://www.youtube.com/watch?v=8qQVpXnCKM8

Rûdaw