Serrûpel Nûçe “Eger li Dêrikê bama di destpêka meşê de bûm“

“Eger li Dêrikê bama di destpêka meşê de bûm“

Belav bike

Siyasetmedarê kurd Akif Hesen vê êvarê beşdarî bultena Rûdawê ya taybet a Rojava bû û mijara çalakiyên xelkê Rojavayê Kurdistanê yên li dijî kiryarên PYDê nirxand.

Aki Hesen diyar kir, gelê Rojavayê Kurdistanê ji hinek siyaset û kiryarên PYDê aciz bûye û li hemberî wî yekê bi awayekî medenî dengê bilind kir û ew yek mafê wan e û wiha got:

“Kesên beşdarî xwepêşandanê bûyîn gelê kurd bû. PYD jî parçeyekê kurdan e û ji be wê yekê PYD mecbûr e ku guhdarî nerazibûnên xwepêşandanan bike û siyaseta we ya şaş analîz bike û vegere ser rastiye.”

Hesen anî ziman ti kes ne li dijî perwerdeya kurdî ye û got, lê hemû kes dizane di navbera rojek û şeveke de ne mimkun e sistemekê ya perwerdeyê were diristkirin û wiha domand:

“Heger mirov ji hinek kiryaran aciz be û dengê xwe li hemberî wê yekê bilind neke, tê wê wateye ku ew kole ye.”

Herwiha Hesen amaje kir ku hêzên asyîşê li hemberî xwepêşandaran ne weke berê hişk bû û ew yek ji bo PYDê jî baş bû û wiha pê de çû:

“Divê PYD bizane ew xwepêşandan ji bo birînên PYDê wek derman bû ji ber ku dimenekê medenî da wê. Heger PYDê êriş kiriba dê dimenek xirab ji xwe re çêkiriba.”

Roja şemiyê, 7ê vê mehê, li ser daxwaza Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Çelaxe, girseyekê xelkê deverê tevlî xwepêşandana protestokirina ferzkirina programa xwendinê û biryarên din ên Rêveberiya Xweser bibûn. Rûdaw