Serrûpel Nûçe Parlamenterê HDP Altan Tan diaxife

Parlamenterê HDP Altan Tan diaxife

Belav bike


Altan Tan ew du xûl in ku di Parlamnetoya Tirkiyeyê de ye. Di xûla borî de wek parlamenterê serbixwe yê bajarê Amedê û di vê xûlê de jî wek parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Altan Tan ku wek kesatiyeke îslamî yê kurd tê naskirin, hevpeyvînek ligel rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyeyê encam daye û têde li ser encamên hilbijartinên 1ê Mijdar a 2015ê axivtiye.

Dengên partiya wî (HDP) li gor hilbijartinên berê yên di 7ê Hezîranê de li kêmiyê da, lê belê Tan bi xwe wiha nafikire û dibêje, ku dengê HDPê kêm nebûye.

Çima di 1ê Mijdarê de eva niha qewimî?

Tayyip Erdogan tabloya hevpeymaniyê hezm nedikir ku hilbijartinên 7ê Hezîranê biryar li ser dabû. Li pişt stratejiya Careke din Hilbijartin ku heman wê şevê biryar li ser hat dan. Du bingeh hebûn: Ya yekem wergirtina wan dengên ku ji AK Partiyê ve bo MHPê çûbûn û ya duyem vegerandina dengên wan 2 milyon kesên dîndar ku ji HDPê re çûbûn. Rêjeya kêmanîna dengê AK Partiyê di 7ê Hezîranê de nêzîkî %8 bû. Di esas de stratejiya Erdogan ev yek bû. Bo wê jî stratejiya şer ligel PKKê ku berî hilbijartinan dest pê kiribû, bi şêweyeke tundtir berfireh kir. Bêy ti rehmekê hemû degzheên dewletê bikar anî. Baş e ew dijbereya ku karî di heftê Hezîranê de derfetê nede AK Partiyê bi tenê bibe desthilat, bo betalkirina stratejiya Erdogan ewa ku pêwîst bû, kir? Pêwîst e li ser vî pirsyarî gotûbêj werin kirin.

Tu bixwe çawan bersiva vî pirsyarê didî?

Dijbereyê wek pêwîst siyaset nekir. Bo mînak: 1- (MHP, CHP, HDP) eniyeke hevgirtî pêk nehanîn. Sedema wê jî Serokê MHPê Devlet Bahçelî bû. Bahçelî daxwaza Kiliçdaroglu, yak u ew bi xwe bibe serokwezîr, wek sivikatî dît û red kir. Bi kurtî encama hilbijartina Serokê Parlamentoyê amaje bû ji bo hatina encamên 1ê Mijdarê.
2- Paşketina damezrandina hikûmeta hevpeymaniyê ku berpirsatiya wê li stuyê CHPê û AKPê ye. Piştî 39 rojan CHPê got: AK Partî daxwaza avakirina hevpeymaniyê li me nekiriye. Eger ew helwest zûtir bihatiba ragihandin, 40 roj bi heder nediçû.
3 –PKK wek berî 7ê Hezîranê dirêjî bi şer da. Eger PKKê gotiba tu her tiştekê bikî jî, ez şer nakim, dê heya rêjeyeke zêde stratejiya AK Partiyê rastî şikestinê hatiba.
4- Stratejiya dijbereyê ku şeva 7ê Hezîranê hat ragihandin, yak u digot: Em bi ti awayekê ligel AK Partiyê hevpeymaniyê nakin. Şaş bû. Lojîka jinavbirina AK Partiyê, reşkirina Erdogan di nav siyasetê de û bi yek kampanyayê xeter e. Eger AK Partiyê %35 anîba, her dîsan bêyî AK Partiyê hikûmet pêk nedihat. Hemû partiyên dijbereyê û em jî ligel wan berpirs in li hember nedamezrandina hikûmeta hevpeymaniyê. Kampanya damezrandina hikûmetê bêyî AK Partiyê şaş bû.

Di nav organên HDPê de we li ser wê yekê axivtiye?

Me qise nekiriye, çimkî ji şeva yekem ve me got: Em di hikûmetekê nabin ku AK Partî têde be. Ev riste biryara civîna serkirdatiyê nebû. Ez dê werin ser sedema pêncem: Beşdarînekirin di hikûmeta hilbijartinê de jî şaşî bû. HDP çû nav hikûmetê. MHP û CHPê 9 wezaret ji AK Partiyê re bi cih hiştin. Eger bi me re biryar bidana, bi kêmanî hikûmet nîvê şiyayên dewletê bikar nedihanî. Êdî hemû ew sedem AK Partî gihandin desthilatê.

Beşek wiha hizir dikin, careke din kurd derfetê ji Erdogan re çê dike. Bersiva wê yekê li cem we çî ye?

Ji dil ve dibêjim: Rêjeya dengên HDPê bi serkevtineke ciddî dibînim. Kêmbûn û derdan nîne. Sedema wê jî ez dê bi hejmarê zelal bikim. Berî sal û nîvekê dengê AK Partiyê û Huda-Parê bi hev re li Amedê %41 bû û dengê me %55 bû. Me piştî sal û nîvekê di 7ê Hezîranê de rêjeya dengên xwe gihande %79. Niha jî bo %72 kêm bûye. AK Partî di 7ê Hezîranê de ji %41ê daket bo %14. Niha jî dengê wê bo %22 bilind bûye. Em li deverê bi cudahiyek mezin ve partiya yekem in.

Kurd çi peyamek ji HPDê re şand û çi ji AK Partiyê re got?

Beşek ji kurdên konservatîv û dîndar ku deng dan AK Partiyê, ji HDPê re dibêjin: We rikeberiya demokratîk danî pêşberî xwe. We got em dê bibin partiya hemû Tikriyeyê, me jî piştgîrî da we. Lê belê li wir paş ve dê şer derkeve û we jî wek pêwîst destpêşxerî nekir, em niha piştgîriya xwe paşve vedigerînin. Niha jî ez dibêjim du li ser sêyê wan dengên ji AK Partiyê ve berê xwe dan HDPê, hêj piştgîriya HDPê dikin.

PKK dibêje eger HDP stratejiya me bicih anîna, rêjeya dengên wê dê gihîştiba %20, ew çawan dibe?

Ez naxwazim li wir şere gotinan bikim. Eger dizanin rast in, bila li şaredariyên mezin ên Amed, Mêrdîn, Wan û Dêrsîmê xweseriyê ragihînin. Bila berdewamî bi heman siyasetê bidin, dê bibînin encama wê bi çi awayî be. Eger wek dibêjin bi arstî xelk piştgîrî li wê siyasetê kiriye, bila kerem bikim berdewamiyê bidin. Em wek siyasetvanên yasayî û demokrat me gotiye û em dibêjin, ew siyaset nerast e û xelk piştgîriyê lê nake. Lêdana xendeqê, daxistina dokanan, burjuwaya biçûk û çîna navend tirsand. Çîna burjuwaya biçûk ku çîneke herî nesqamgîr e, refên me bicih hiştin. Ewên ku mane yên me ye. Nêzîkî %70ê Amedê ser bi sinifa burjuwayên biçûk e.

Piştî 1ê Mijdarê carek din serokatiya bû rojev. Piştî Ayhan Bilgin, Mir Dengir Mihemed Firat û Celal Dogan beşdarî di gotûbêjan de kir. We ji Erdogan re digot: Em ten akin serok. Niha hûn dibêjin, em dê gotûbêjê li ser bikin. Ew li kuderê peyda bû?

gotobêjkirin li ser vê mijarê bi wateya erêkirina sîstema yek kesî nîne. Jibilî wê yekê, “em dê gotûbêjê li ser bikin” ne tişteke nû ye. Çimkî ji destpêka komisiyona nivîsandina destûrê ve gotinên me kivş bûn, ew kesên ku dixwazin bixwînin, ew gotin hatine nivîsandin. Me got me dê gotûbêjan li ser sîstemaserokatî, nîvserokatî yan jî sîstema parlemaniyê bikin. Em dîktatoriyê, seltenetê û sîstema yek kesî bi ti awayî pesend nakin. Ewa duh me got, îro jî heman tişt e.

Eger AK Partî dengê wê li kêmiyê daba, dîsan HDPê îro dêbigotiba em dê gotûbêjê li ser serokatiyê bikin?

Ez wiha bawerim ku dê bigotiba. Ez neçarim ku carin bêjim, eger AK Partî %35ê dengan anîba, bêyî AK Partiyê hikûmet pêk nedihat, eger wê rastiyê nebînî û siyasetê bikî, 1ê Mijdarê cardin dubare dibe.

Di paşerojê de çi dibînî? Prose ji nav sardînê bo ser maseya gotûbêjan tê veguhastin? Pêşbîniya we çî ye?

Hikûmet dibêje heya ku PKK çek nedane, wan wek alî nabîne. Ji wê yekê pêngaveke din jî diçe pêş û dibêje, Em HDPê wek aliyê gotûbêjan qebûl nakin. Ji wê dema ku dibêje, “heya girtina dawî endamê PKK em dê dirêjî bi rêkarên ewlehiyê bidin”, yanî derbarê demokratîbûnê de em nikarin tiştekê bêjin. HDP gerek rikeberiyên demokratîk berfirehtir bike û berdewamiyê bide rêya xwe. Jibilî wê jî rêyeke din nîne. Rûdaw