Serrûpel Nûçe “PKK li Şingalê dixwaze Heşda Şeibî ava bike”

“PKK li Şingalê dixwaze Heşda Şeibî ava bike”

Belav bike

Serokerkanê Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Mihemed amaje bi wê yekê dike, me lêkolîn li ser avkirina Heşda Şeibî li Şimgalê kirine, derket ku basikekî Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) dixwaze ligel Bexda li ser vê mijarê rêkbikeve.

 

Ferîq Cemal Mihemed ji BasNews re ragehand: “Hikûmeta Iraqê hewldanên xwe dide ku ligel PKKê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jibo avakirina Heşda Şeibî li Şingalê.”

Di heyamê derbasbûyî de Endamê SerkirdayetiyaYekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser wê pirsê hatibû destgîr kirin û got: “Niha hewlek heye jibo avakirina Heşda Şeibî li Şingalê, lêbelê em rê bo vê yekê bi ti şêweyekî nadin.”

Herwiha Serokerkanê Pêşmerge got: “Heta niha Heyder Şeşo endamê serkirdayetiya YNKê ye û berî niha wî hewil dida ku Heşda Şeibî li Şingalê ava bike.”

Navborî eşkere jî kir ku, baskekî PKKê bi dizî ligel Bexda gotûbêjan li ser avakirina Heşda Şeibî li Şingalê dike, lê me serkirdeyên xwe li ser vê yekê agahdar kirine. BAS