Aştî Koçer got: “Li Şingalê ne PKK û ne jî YNKê nikarin cihê PDKê bigrin.”
Koçer da xuyakirin, eger Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bixwaze, dê di navbera 24 saetan de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Şingalê derxîne, lê belê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî soz daye ku careke din şerê birakujiyê neyê kirin.
Aştî Koçer ku pêştir Berpirsê Asayişa Navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê bûye û di heyama 6 mehan de fermandeyeiya hêzên pêşmerge li Çiyayê Şingalê kiriye û di operasyonên rizgarkirina Şingalê û çend deverên din de beşdar bûye, di hevpeyvînekê de bersiva pirsyarên Rûdawê daye.
Tu piştî girtina Şingalê her li Çiyayê Şingalê bûyî, çima PKK hatin vê deverê?
Berî girtina Mûsilê, PKKê planên DAIŞê dizanîn, çimku ew ji Sûriyê ve hatibûn û wan sînor ligel çekdarên DAIŞê hebûn. Dema ku DAIŞê êrişî ser Mûsilê kir, me nedizanî ku ew dê êrişî Şingalê jî bikin, lê belê PKKê dizanî û xwe jê re amade kiribûn. Dema ku DAIŞê êrişî Şingalê kir, ew hatin ser sînor û bi riya qaçax xwe gihandin ser Çiyayê Şingalê, lê belê hatina wan hatineke siyasî bû nek mirovî. Her ji ber wê jî ji yekem roja hatina xwe ve hewl dan ku PDKê li ber çavê xelkê Şingalê reş bikin.
Tu Berpirsê Asayişa Zaxoyê bûyî, çima tu çûy ser Çiyayê Şingalê?
2-3 roj berî êrişa DAIŞê bo ser Şingalê, Asayişa Giştî ya Dihokê guhertin pêk anîn. Ez veguhastim bo navçeya Amêdiyê, lê belê berî ku biryara wê yekê derkeve, DAIŞê êrişî Şingalê kir. Min hejmarek pêşmerge kom kirin û em çûn Rojavayê Kurdistanê. Ligel Berpirsê Liqa 17 a PDKê Serbest Bapîrî û Seîd Kêsteyî û hejmarek pêşmerge em gihîştin bajarokê Cezaa li nêzîkî sînorê Şingalê. Li wir PKKê şev û rojekê em sekinandin û di dawiyê de em bi hêrs ve ber bi Çiyayê Şingalê ve çûn. Li Komlegeha Dûgirê me rêya derbasbûnê ji awareyên Çiyayê Şingalê re vekir.
Tu nêzîkî 6 mehan li ser Çiyayê Şingalê bûyî, pêwendiya we ligel PKKê çawan bû?
Wan destpêkê wiha hizir dikir ku êdî ew xwediyê Şingalê ne. Piştî çend rojan şandeke CIA a amerîkî ligel 40 komandoyên pêşmerge bi balafiran gihîştin ser Çiyayê Şingalê. Ew hatibûn bo rizgarkirina hezaran keç û jinên kurdên êzidî li her du gundên Koço û Hatem. Ez bi xwe û çend pêşmergeyên Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî, em amade bûn ku operasyonekê bo rizgarkirina wan bikin. Ew operasyon gellek ji operasyona Hewîceyê mezintir bû, lê belê PKKê li wir arîşe derxistin û gotin nabe ti karek bêyî agahdarî û beşdariya me bê kirin. Amerîkî jî razî nebûn ku PKK di wê operasyonê de beşdar bibe û vegeriyan, ji ber wê jî operasyon rastî şikestinê hat.
Piştî bûyerên Şingalê, PDKê çend guhertin li Şingalê kirin. Wê yekê ti bandorek hebû li ser aştbûna wan êziyên ku ji PDKê hers bûne?
Belê ez dikarim bêjim heya astekê bandora xwe hebûn, jibilî wê jî gellek alîkariya awareyan hat kirin, him ewên ku li Çiyayê Şingalê bûn û him jî ewên li kampan bûn. Ew tişt bûne sedem ku êzidî hest bi wê yekê bikin ku tenê PDK xwediyê wan e.
Heya niha PDKê 3 berpirsên liqa xwe li Şingalê guhertine. Çima kurdekî êzidî nakin berpirsê liqê, gelo di nav êzidiyan de kesên wisa tine ne ku wê berpirsatiyê li stuyê xwe bigrin?
Êzidî kesên xwedî şiyan hene ku ne tenê berpirsatiya liqekê yan du liqan, belku dikarin serkirdatiya PDKê jî bikin. Lê belê êzidiyan arîşeyek hene. Ew hevdu qebûl nakin. Dema tu piştgîrî li kesekî bikî, yê din li te hêrs dibe.
Tu di wê baweriyê de yî ku PKK ji Şingalê derkeve?
Belê PKK bi diyalogê ji Şingalê diçe, çimkî nikare wek PDKê xizmeta xelkê wê bike.
Eger neçûn, hûn dê wan derxînin?
Mesele şiyan nîne, çimkî eger PDK bixwaze dê di navbera 24 saetan de hemû PKKê ji Şingalê derxîne, lê belê Serok Barzanî soz daye ku şerê birakujiyê neyê kirin.
PKKê encumenek li wir ava kiriye, hinek dibêjin dibe ku Şingalê jî bikin kantonek, wek yên Rojavayê Kurdistanê. PDK wê yekê qebûl dike?
Ew tenê xewnan dibînin, çimkî ewa ku ew dikin, ligel kultura êzidiyan bi ti awayekê hev nagre. Êzidî qebûl nakin keç û kurên êzidî pêkve di çeperekê de bin. Ji ber wê jî PKK nikare tiştekê li Şingalê bike.
Dema ku tu li Çiyayê Şingalê bûyî, PKK çi digot?
Heval Egîd bi xwe xelkê Bakurê Kurdistanê ye û berpirsê yekem ê hemû hêz û baskên PKKê li Şingalê ye. Dema ku em li çiya bûn, wî ji min re got ewder ne cihê me ye, lê belê ez gerek guhdarî li serkirdatiya xwe bikim.
Eger piştî rizgarkirina Şingalê, PKK partiyekê ava bike û piştevaniyê lê bike li Şingalê, dikare rikeberiya PDKê bike?
Na, tenê ew êzidiyên ku di kampa Newroz a li Rojavayê Kurdistanê de ne, piştevaniyê li PKKê dikin, ew jî hejmara wan gellek kêm e.
YNK dikare bibe alternatîva PDKê li Şingalê?
Na, YNK ti demekê nikare alternatîva PDKê be, çimkî heya niha wan tiştek ji xelkê Şingalê re nekiriye.
Çend meh in tu wek berê xuya nakî, raste ku tu ji kar hatî sekinandin?
Na, heya berî demekê jî em berdewam ligel kak Mesrûr û kak Sîdad di têkiliyê de bûn li ser avakirina hêza Şingalê, çimkî wê demê ez li çiya bûm, kak Mesrûr ji min re got navê hemû ewên ku li ser çiya bergirî dikirin, ji min re amade bike. Niha ew hêz ava bûye, ez agahdarî hemû planên wê hêzê me û di vê bareyê de ez çend caran ligel kak Sîdad Barzanî jî axifîme. (Rûdaw)