Serrûpel Nivîskar Şingal 2 û dalevêreyên dewleta tirk

Şingal 2 û dalevêreyên dewleta tirk

Belav bike


Singal, wargeha êzdatîyê, bajarê qedîm ê Kurdistanê, piştê dagirkirineke penzdeh mehan hat rizgarkirin.

Hat rizgarkirin lê nûnerên tarîtîyê, dijminên şaristanîyê û barbarên çolê kevir li ser kevir nehîştin, talan û wêran kirin bajêr. Mîna bav û kalên xwe.

Dest xweş pêşmerge! Ji generalên vê hêza egîd heta neferên wê hun her bijîn!

Spas fermandarê giştî yê pêşmerge Mesûd Barzanî bi serpereştîya xwe rol û peywireke girîng wergirt di operasyona rizgarkirina Şingalê da.

Hemû şervanên leheng ên êzdî hun her hebin.

Çi çend kes bin, çi yekîneyek, hun pêşmergeyên bakûr, rojava û rojhilat mala we ava! Hun bi canfedayî çûn hewera Şingalê.

Êv duyemîn e li ser Şingalê dinivîsim. Di ya yekemîn da min îşaret bi lîstikên dewletên dagirkerên Kurdistanê, nemaze bi yên dewleta Tirk kiribû, ku çawa wê DAIŞên terorîstên navneteweyî bi fît û kişkişkirinên xwe kiribûn belayê serê Kurdistanê.

Ka em bi bîr bînin. Tam dema ku li başurê welêt referandûma serxwebûna vê parçeyê germ bibû di rojevê da, wan dupişkên çolê berdan ser can û namûsa  Kurdistanê.

Kê devên çewalên wan mar û dupişkan vekir?

Dagirkeran! Ew şêx û emîratên rizî yên ku li ser çewalên dolaran rûniştine. 

„Tirkîyeyê“ bi senaryoya sefareta xwe ya li Musilê, dagirtina qaşo ji alîyê wan hovên çolê DAISê va ji destpêkê heya îro rol û destekeke sereke lîst di pêşketina vê rêxistina terorîst da. Vê karta xwînî hem li dijê gelên herêmê û hem jî li dijê EU, USA û Rûsyayê bi kar anî.  

Îran bêdeng ma heta ku çeteyên xwe yên Heşda şeîbî amade kir, ku di paşerojê da li şûna çeteyên DAIŞê bigire, li dijê yekbûn û serxwebûna Kurdistanê.  

Bexdaya ku meriv nikare jê ra bêje dewlet, rê li ber van hovên wehabîyan kir mîna otoban, bi heman armanca astengkirina serxwebûna Kurdistanê.

Surîye hakeza.

EU, USA her li pişt perdeyê bi wan dewletên kolonyal û totalîter ra çevgirtinokê dilîstin li herêmê, heta ku gefa terora îslamîst ji New Yorkê vir da,  pêda pêda li paytext û bajarên wan da. Paşê ciddîyetê fêm kirin, „hêzên hevpeymanî“ çêkirin û bi hêrîşên ezmanî li navend û çeperên terorîstên ser bi dewletên dagirker dan.

Hîn jî tam fêm nekirine. Dibêjin dunya bûye yek, nikare bi DAISê! Derewek e mezin e helbet. Bila “Tirkîyeyê” ji NATOyê bavêjin û kanîyên dolaran li ser Siudî û Emîratên genî bimiçiqînin, ka dê çeteyên wan li holê bimîne, yan na?

Bi sermiyaya Tirk û Ereb „îslama sîyasî“ di vê deh salê da belkî deh qat xurt bûye li Ewropayê. Fesadîya lobîya Tirk jî herwisa. Zemîn ev e. Ewropa nikre, yan jî vê gavê naxwaze xwe ji vê zemînê rizgar bike. Lewma jî şer her didome.

Aktorên pişt perdeyê hedî hêdî dadikevin qada şer. Metirsî mezin e!

Rûsya jî ev çend meh in, aktîf ji bo parastina berjewendîyên xwe yên stratejîk û dîrokî li herêmê tev li şer bû, di bin navê parastina „mutefîkê“ xwe Sûrîyeyê da.

Karta DAISê hêdî hêdî ji destê dewleta Tirk û dagirkerên din dertê. Niha bi kartên din dilîzin. MITa Tirk berdewam garanek çeteyên faşîst li herêma Cerablûs bi cî dike, daku Kobanî û Efrîn negihîjin hev û ji vir mudaxaleyê rojavayê Kurdistanê bike.  

Rejima Osmanî, yan jî îttihat terakîyên nû do balafireke Rûsî ya şer xistin xarê ji bo ku NATOyê bikişînin nav şer û bermayîyên osmanîyan bi dalewêreyan di destên xwe da bigirin û li hember yekîtîya Kurdan, serxwebûna Kurdistanê bibin astenga sereke.

Balafirên şer ên Tirk asûmanên Kurdistana bêxwedî, kirine mîna bêjing! Kes ji wan ra deng nake! Karektera diz e. Malê dizîyê ji destî dertê, ew dikeve telaşê. Balafira Rûsî heft sanîyê sînorê wanê „fermî“ derbas kir, lê xistin anîn xarê.

Ecelê bizin tê, diçe nanê şivên dixwe. Herhal Sarîqamîş nayê bîra wan! 

Îttihat-terakîyê kalikê wan, di dema yekemîn şerê cîhanê da belaya xwe di Rûsyayê dan, bi xwe ketin belayê. Li dawîya şerê cîhanê ji sedî 90 welatên Ku   dizîbûn û dagirtibûn ji dest berdan.

Di bin navê „Allahûl-ekbera ûmmetîzmê“ da tenê Kurdistan maye di bin destê wan da. Kurd wê heta kengê bi efsûnên sersembûyî stûyên xwe bidin ber kêra cellêd mixabin hîn nedîyar e.!

Dîrok xwe dubare dike çi ye nizanim?

Lê tişta misoger dizanim: YEKÎTΠ YE.

Ne di gotinê da. Bi hêşmendîyeke  neteweyî di gavavêtinê da. Lezgîn pêdivî ye, demildest hemû partîyên Kurd dev ji berjewendî û stratejîyên xwe yên şaş û ji jihevreşkirinê berdin di bin konsenssuseke neteweyî da bigihîjin hev.

Zûtirîn dem referandûma serxwebûna Kurdistanê û damezirandina arteşê neteweyî!

Hingî em dê bikarin bajarên dagirkirî yên li bakûr û rojhilatê welêt yekoyeko rizgar bikin. Yên rizgarkirî yên parçeyên din jî biparêzin.

 

Berlîn, 25. mijdar 2014

Ewdil Dirêj