“37“ salên PKK di “7“ deqeyan de (vîdyo)
1- 1978 li Lîce yekemîn kongireya xwe li dar xist
Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê di rojên 26 û 27 mijdara sala 1987an de, li gund "Fîsê" yê girêdayî Qezaya "Lîce" ya bajarê Amedê, yekemîn kongreya damezrandinê hat lidarxistin û di wê kongreyê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêberiya Abdullah Ocalan .
FLAŞ – Tahir Elçî çawa hate kuştin (Vîdyo)
Di dema civîna rojnamevanî de, şer derket, fîşek di serê serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de lêket û hate kuştin. Tahir Elçî ligel grûpek parêzer li Amedê, li navçeya Surê civîneke rojnamevanî li dardixist, derdora saat 11.00 şer di nava kolanan de derket, di şer de fişek di serê Elçî de lêket û hate kuştin. 3 polîsên ku hatibûne birîndarkirin jî rakirin nexweşxaneyê. Her wiha polîsek jî hate kuştin. Tahir Elçî, di sala 1966 de li Cizîrê ji dayîk bûbû. Di sala 1991 de bûbû parêzer. Bavê 2 zarokan bû.
Erdogan: Yan ezê biçim yan jî Putîn
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdoxan ji televizyona FRANCE 24 re dibêje, heger Rûsya îsbat bike ku me bazara petrolê bi Daişê re kiriye ezê dest ji kar berdim, heger na, divê Pûtîn biçe.
Nazdarê sûretê hevserê xwe belav kir (foto)
Hunermenda dengxweş Nazdar, bi riya Instegramê, sûretê hevserê xwe Rabîn belav kir û rojbûna wî pîroz kir. Rabîn jî weke hevsera xwe hunermend e. Ev yekemîn care ku Nazdar bi awayekî eşkere behsa Rabîn dike, heta niha dihate veşartin.
“Dev ji çekan berdin siyasetê bikin!”
Fermandarê Pêşmergeyên Zerevanî General Ezîz Weysî çalakiyên PKKyê yên li Tirkiyê rexne kir û got ku "Madem ku qenalên siyasî vekirîne, ew çax divê ku ev rêbaz bê xurtkirin û piştgiriyê bidinê. Şer ji ber nekêrhatîbûna derfetên siyasî derdikeve. Heke qenalên siyasî hebin û tu bikarî van qenalan bi kar bînî tu çima şer dikî? Ev di serê her kesî de pirsek e û ez rica dikim ku gelê me vê mijarê baş bifikire."
Dr. Azad Elî li avakirina herêma Tampon diaxife (vîdyo)
Dr. Azad Elî li ser ketina balafira Rûsî diaxife
Barzanî: Pêşmergeyên Rojava qehreman in
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa qehremaniya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û ragihand ku, ewê berdewam bin li ser piştgiriya Rojavayê Kurdistanê.
Çima pêwendiya Salih Mislim û MIT qut bû?
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve ji RS FM’ê re nirxand û got; "Hesasiyeta Enqereyê ya li hemberî Tirkmenan ne raste, ji ber ku li herêma mijara gotinê komên cuda yên cîhatgeran hene."
Dewleta Kurdistanê ji Îranê re dibe çi?
Êrişên Parîsê teoriya “Rojhilata Navîn a sincirî û Rojavayê aram” hilweşandin. Armanca DAIŞê nehîştina sîstem û kultûra Rojava ye. Lewma dewletên Rojava dibin armanca êrişên DAIŞê. Neyartiya DAIŞê bi dewletên Rojhilata Navîn re jî bi hênceta ku ew dewlet bûne dûvelangên Rojava û ji ol û kultûra xwe dûr ketine, tê kirin.
Tirkiyê balafireke Rûsî xistin û pîlotek hate kuştin
Balafireke şer a Rûsî li çiyayê Kizildax li Hatayê di sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de kete xwarê.
Fermandarekî serbazî yê Artêşa Tirkiyê dibêje ku ew balafira Rûsî ji aliyê balafireke Tirkiyê ve hatiye têkşikandin, ew jî piştî ku balafir hatiye agahdarkirin ku sînorê Tirkiyê derbas kiriye.
Wî fermandarî behsa wê yekê jî kir ku pîlotekî kariye xwe rizgar bike û ketiye destê çekdarên Turkmanî lê çarenivîsa pîlotê din nediyar e.
Wezareta berevaniya Rûsya ragihand ku ew balafir ji curê Su-Xoy S-U 24 bûye, û asmanê Tirkiyê jî derbas nekiriye û ew balafir ji erdê ve teqe lê hatiye kirin û hatiye têkşikandin.