Serrûpel 2015 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2015

Li dijî PYD xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da

Li Kobanî, roja 26.10.2015 welatiyekî ji Kobanî bi navê Fêsel Mistefa Hecano, ku 3 zarokên wî di nava YPG û YPJ de bûn û xwestibû keça xwe ya di nava YPJ de bibîne, û fermandarên YPG-YPJ nehîştibûn, li dijî wê biryarê xwe şewitandibû, piştre ew rakiribûn nexweşxaneyeke Sirûcê, duh roja 01.11.2015 jiyana xwe ji dest da.

HDP çima wenda kir?

Di hilbijartinên Tirkiyê de gelê kurd çi got: 1- Got, dema kolandina hendekan li kolanên bajaran derbas bûye. 2- Got, divê Bakûrê Kurdistanê nebe Gaze û rêberên me nebin Hamas. 3- Got, şerê li ser maseyan zor e, lê divê bi sebreke dirêj were birêvebirin. 4- Got, projeya xweseriya demokratîk bi sloganan nayê lidarxistin. 5- Got, dibe mirov bibe partiya Tirkiyê, lê nabe mirov dev ji projeya netewî berde. 6- Got, nabe mirov siyasetê bi xwîngermî bike, û nabe mirov hefsarê wê bike destê mirovên rûgirtî de. 7- Got, em we dişînin parlemento ji bo bi navê me siyasetê bikin, ne pişta xwe bidin siyasetê û lûlên tifingan hembêz bikin. Hêvîdarim HDP û Qendîl banga gel li ser guhan re navêjin!!!

Sedema wendakirina HDP eşkere kir

Namzedê Amedê yê serbixwe Haşim Haşimî got, PKKl gel aciz kir û ji ber wê yekê jî dengderan berê xwe dan AK Partiyê.

Ji bo HDP şok bû: 21 parlamenter wenda kir

HDP di hilbijartinên 7 hezîranê de 80 parlamenter derbasî parlamentoyê kir, niha li gor encamên niha hejmara parlamenterên wê dakete 59. Her wiha CHP û MHP jî deng wenda kirin, AKP gelek deng qezenc kirin û wê êdî bikaribe bi tena xwe hikûmetê ava bike.

Mezintirîn dengdêr Kurdekî 130 salî ye

Mezintirîn dengdêr di van hilbijartinên Tirkiyê de li navçeya Îruh a ser bi bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê bû, ku kurdekî 130 salî bû.

Şoreşek di matamatîkê de çêkir (vîdyo)

Şoreşek di matamatîkê de çêkir (vîdyo)

Ji mêj ve Emerîka dixwest rêjîma Esed birûxîne

Avakarê Wikileaks Julian Assange, eşkere kir ku berî 2011 bi salan Emerîka plan kiribû ku rêjîma Esed birûxîne. Assange her wiha got, her demê di rojeva Emerîka de hebû ku rêjîma Esed biçe.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com