Serrûpel Nûçe “PKK ji Almanya ciwanan dişîne rojava”

“PKK ji Almanya ciwanan dişîne rojava”

Belav bike

Li gor serokê îstixbarata almanî Hans-Georg Maaßen, ku ji kovara almanî “Focus” re axiviye, pirraniya van kesan ji aliyê PKKê ve ji bo şerê li dijî DAIŞê hatine amadekirin.

Maaßen diyar kir: “Navê 20 kesan jî li ba wan hene ku bi xwe xwe pêşniyarî dezgehên nêzîkî PKKê kirine.”

Piştî êrişên çekdarên DAIŞê li ser deverên kurdî li Rojava û Başûrê Kurdistanê, gelek welatiyên biyanî ji welatên weke Almanya, Amerîka, Kanada… ji bo ku alîkariya kurdan bikin, derbasî Rojava û Başûrê Kurdistanê bûn û di nav refên Hêzên Pêşmerge û şervanên (YPG) de beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûn.

Kovara Focusê bal kişande ser wê yekê ku li gor zanyariyên wan li bajarên li Sûriyê di bin destê DAIŞ de ne, 3000 pasportên fermî yên vala ketine destên DAIŞê, ku ew rêxistin dikare endamên xwe bi wan pasportan bişîne her devereke cihanê.

“Focus” herwiha li gor zanyariyên îstixbaratên almanî û frensî diyar dike ku du yan jî sê ji berpirsên bûyerên Parîsê di nav koçberan de, bi rêya Tirkiye-Yûnanistanê derbasî Ewropayê bûne.

Li gor zanyariyên îstixbaratan, ew kesên îslamîst roja 3ê Cotmeha 2015ê di nav komeke ji 198 koçberan ji Tikiryê derbasî girava yûnanî “Leros” bûne û li wir hatine tomarkirin.

Ji wê koma koçberan heta niha 30 kes gihiştine Almanyayê, weke ku Focus li ser zarê berpirsên ewlekariyê diyar dike.