Serrûpel Magazîn Nêçîrvan Barzanî têr keniya (vîdyo)

Nêçîrvan Barzanî têr keniya (vîdyo)

Belav bike

 

Roja 25ê vê mehê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li devera Enkawe ya Hewlêrê tevlî merasima pîrozbahiya roja jidayîkbûna Hz. Îsa (Kirîsmes) bû. Di wê merasimê de jibilî qeşe û mezinên ola mesîhî, mela û mamostayên ola îslamê jî hebûn.

 

Serokwezîr Barzanî di merasimê de bi kurdî axaftinek kir, gotinên wî ji aliyê yek ji mêvanan ve bi erebî hat tercumekirin. Nêçîrvan Barzanî pir keniya û got, te hemû xelet tercume kir, wî jî ji Barzanî re got, kak Nêçîrvan te dirêj kir ji ber wê ez pê re negihîştim…

 

Nêçîrvan Barzanî dîsa jî pir keniya û got, ez daxwaza lêborînê dikim… (Rûdaw)