Serrûpel 2015

Arşîva salane: 2015

Ocalan: Barzanî serokê Kurdistanê ye! (VÎDYO)

Endamê berê yê Konseya Serokatiya PKKê û birayê rêberê PKKê, Osman Ocalan ragihand, her tiştek tê tehemûlkirin, lê belê bêrzîkirin bi Ala Kurdistanê bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ocalan herwiha got, Barzanî erkê xwe bicih aniye û nerazîbûna xwe li ser wê yekê aniye ziman û pêwîst e hemû alî rêz li Barzanî bigrin, ji ber ku nûneratiya îradeya kurdan dike û serokê kurdan e.

Bi kerê nikarim, ma bi kurtanê jî nikarim?

Niha rabim bêjim Kurdino wan navên erebî û tirkî ji ser xwe bavêjin, navên kurdî li xwe bikin! Dizanim wê kes guh nede min....

Komkujiya Êzîdiyan dibe fîlm: Şengal 74

Derhêner û senarîst Biryar Kotî fîlmekê li ser komkujiya Kurdên Êzîdî çêdike, navê fîlmê Şengal 74 e. Fîlm li rojavayê Kurdistanê tê kişandin û stranbêja Kurd canê jî yek ji lîstikvanan e.

Elî Ewnî bersiveke tund da PYD

Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî beşdarî bultena nûçeyan a Rojavayê Kurdistanê bû û li ser bûyera êrişkirina ser Ala Kurdistanê ji aliyê hêzên Asayişa Rojava li bajarokê Girkê Legê axivî û rexneyên tund li Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) girt.

YNK jî bêrêziya PYD li hember alê qebûl nekir

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxwaz dike ku li Rojavayê Kurdistanê rêz li alaya Kurdistanê were girtin û ew tiştê ku derheqê alaya Kurdistanê bû were ronî kirin.

Baştirîn sazbendê başûrê Kurdistan bû (vîdyo)

Hunermend Ferhend Yusuf li Hewlêrê di encama rewşeke derûnî ya xerab de, xwe bi werîsekî xeniqand û jiyana xwe ji dest da û 5 zarok li pey xwe sêwî hîştin.

FLAŞ: Asayîşa PYD madeya Al Fom bi kar anî

Di otomobîlên Itfaîyê de ku asayîşa PYD li dijî kesên ku derketibûn roja ala Kurdistanê bi kar anîbû û av bi ser wan de reşandibû, eşkere bû ku di nava avê de madeyeke kîmawî Al Fom hebû. Ew otomobîlên agirkuj ji Rimêlanê anîbûn ku di vemirandina agir de bi kar dianîn. Ji ber ku ew ava di otomobîlên îtfaî de, gemarî bû madeya kîmawaî Al Fom di nav de bû, kesên ku di dema êrîşê de av li wan katibû, gelek ji wan piştî ku çûbûne mal, cildê wan reş bûbû, û cihê ava ku asayîşê avêtibû wan bûbû leşe û şewitîbû.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com