Serrûpel Nûçe ENKS îmzeyan radestî Ban Ki-moon dike

ENKS îmzeyan radestî Ban Ki-moon dike

Belav bike


ENKSê roja Pêncşemê  li hundir û derveyî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dest bi komkirina îmzeyan kir.

Mebest ji vê gavê ew e ku dengê kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihêje cîhanê û Civaka Navdewletî.

Armanc ji komkirina îmzeyan, piştgiriya danûstandinên Jenêvê ye ku dê dawiya vê mehê dest pê bikin, her wiha wê bi vê yekê doza kurd jî bibe yek ji dosyeyên Jenêv 3 û civînên navdewletî yên ku ji bo kirîza Sûriyê.