Serrûpel Nûçe Keça Kurd a Êzdî Cîhan diaxife

Keça Kurd a Êzdî Cîhan diaxife

Belav bike




HEWLÊR, başûrê Kurdistanê- Ev pirtûk bi hevkariya peyamnêrê rojnameya Figaro yê Thierry Oberlé hatiye nivîsandin.

Cînan piştî dîl bûnê di yekem êrişa çekdarên grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê bo başûrê Kurdistanê, demekê ji aliyê vê grûpê bo herêmên cuda hate veguhestin û di dawiyê de ji aliyê du zilaman ve (melayek û polîsekê) ve hate kirîn. Li gor maleprên Gransî, Cînanê gotiye buhayê min 10 hezar dînarê Îraq3i yan 8 dolar bûye.

Keç û jinên êzidî Xirîstiyan li bazarên ku li Îraqê hatine damezirandin weke dîlên cinsî têne firotin.

Ajansên Fransî ku got ûbêjeke dirêj bi Cînan a 18 salî çêkiriye, destpêka sala 2014ê li bakurê Îraqê ji aliyê çekdarên DAÎŞê dîl hatibû girtin, lê nêzî sê meh berê karî ji destê wan bireve.

Cînan di hevpeyvîna bi medyayên Fransayê re wiha behsa rewşa dîlên di destê DAÎŞê de dike: ’’ wan em îşkence dikirin û dixwestin bi zor baweriya me ya olî biguherînin. Ger me li berxwe daba bi dijwarî li me didan yan li derê li jêr tava rojê bi zincîran girê didan û em mecbûr dikirin ava pîs ku mişik têde hebûn vexweyin. Carna jî em tehdîd dikirin ku bi elektirîkê îşkence dikin’’.
Cînan dibêje: ’’ew mirov nînin û tenê di fikra mirin û kuştinê de ne. hertim derman û madeyên hişber bikar tînin. Herkesê/a bikeve destê wan tola xwe li wê/î vedikin. Dibêjin rojekî grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ) dê gukimdariya hemû cîhanê bike’’.

Di beşeke din ya pirtûkê de ku hefteya borî hatiye weşandin, Cînan dibêje di yekemîn roja dîl bûnê de, ew û hejmareke zêdeya jinan di saloneke mezin a taybet bi cejnê de li bajarê Mûsilê kom kirin ’’ çekdarên DAÎŞê ji nava me dihatin û diçûn, wehşiyane dikeniyan û qirincuk li qûnên me didian’’.
Baş tê bîra min ku zilamekî digot: ’’ Ez li jineke Êzidî ya çavşîn a sî digerim û hazirim pereyekî baş bidim’’. Wê li bazarên firotina dîlan de zilamên Îraqî, Sûrî û welatiyên xelkê ewrûpayê jî dîtine.

Li gor gotna wê keça Êzidî, keç û jinên bedew ji bo muşteriyên dewlemend yên welatên Erebî yên Kendavê bûn. Ez jî piştî kirînê di malekê de heps kirim û her roj zilamên cuda cuda dihatine cem min.

Ez bi demanceyekê hatime guhertin

Cînan wiha behsa bazara dîlan dike: ’’ berpirsê bazarê weke heywanan li jinan dinêrî û buhayê her yekê diyar dikir. Bazariyekê ji çekdarekî DAÎŞê re got: ’’demanceya xwe bide min ev keçika por qehweyî ji te re. Bi pere, buhayê wê 150 dolar e. Dînar jî hebe dibe’’.

Zilamên ku Cînan kirîbûn wisa dizanîn ku bi Erebî nizane û bi piştrastî li cem wê diaxiftin. şevekî axiftinekî dibihîze û dizane ku ticareta dîlan çiqas sîstematîk û bi bername pêşve dice.

Navê yek ji kiryarên wê Ebû Emmar bû û digot: ’’tukes nikare zêdetirî sê dîlan bikire, ji xeynî xelkên Tirkiyê, Sûriye û welatên Kendavê’’.

Cînanê piştî dizîna kilîla male karî ji destê grûpa DAÎŞê bireve û xwe bigehîne hevjînê xwe. Ew niha di kampa awareyan ya êzidiyan li Başûrê Kurdistanê ye.. Hawar