Rêdost Hamada zarokekî 13 salî ye, ji Efrînê ye, ji Çolaqa (ser bi Cindêrisê ve), neviyê siyasetvanê Kurd Ebdurehman Hamada ye. Bi hevalekî xwe yê danîmarkî re, ku ew jî weke wî zarok e (Benyamin Henriksen), partoyeke siyasî bi navê Danîmarka Nû ava kir.
Bi vî awahî Rêdost dibe biçûktirîn serokê partiyeke siyasî li cîhanê.
Armanca wê partiyê ewe ku alîkariya penaber û koçberan bikin.
wezîra întegrasyonê ya Danîmarkî hevdîtinek ligel Rêdost û hevalê wî pêk anî, û bi hev re li ser rewşa penaberan gotûbêj kirin.
Rêdost dixwaze bibe serokwezîrê Danîmarka.