Wê çavkaniyê ji heftenameya rûdawê re ragihandiye ku li ser daxwaza Mesûd Barzanî, Edhem Barzanî endamê encumena serkirdayetiya partî, wê bibe serokê encûmena serkirdayetiya wê partiyê li silêmaniyê û got jî, ev mijar li gel polîtbîroya pedekê jî hatiye behskirin.
Encumena serkirdayetiya partiya demokrata kurdistanê di civîna xwe ya bi serokayetiya mesûd barzanî de di 27ê vê mehê de, biryara guhertina di nava partiyê de, da.
Aras Heso Mîrxan, endamê serkirdayetiya partî ku di civînê de beşdar bû ji rûdawê re eşkere kir ku biryar hatiye dayîn ku komîteyek bê pêkanîn û çend pêşniyaran li ser guhertina di nava partiyê û bernameya çaksaziya Barzanî de amade bikin.
Biryare piştî 15 rojên din rapora komîteyê di civîneke serkirdayetiya partî de bê pêşkêşkirin.