Serrûpel 2016 Şibat

Arşîva mehane: Şibat 2016

Îbrahîm Mehmûd 60 pirtûkên wî hene

Îbrahîm Mehmûd, nivîskarekî ji Rojavayê Kurdistanê ye, ku koçberî Başûrê Kurdistanê bûye. Zêdetirî 60 pirtûkên wî hene, hem yên ku wergerandine, hem jî yên ku bi xwe nivîsandine.

Serok Barzanî peyama Serxwebûnê da

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û têde ragihand: “Referandom mafek reha ye û pêwîstî bi amadekirina zemîn nîne”. Barzanî herwiha got: “Eger gelê Kurdistanê li benda wê be ku xelkê din mafê serxwebûnê wek diyarî pêşkêş bike, ti demî serxwebûn bi dest nayê. Ew mafê heye û gerek gelê Kurdistanê daxwaz bike û wî mafî peya bike.”

Kerry boksek li rayedarekî Tirkiyê xist – VÎDYO

Wezîrê derve yê Emerîka John Kerry, di civîna Roman de ya ku taybet bû bi şerê li dijî DAIŞ, dema ku silav li witeşarê wezareta derve ya Tirkiyê Firidun SInirlioglu da, boksek lêxist.

Bermîlek petrol ji kutiyek KCF erzantir e

Pertol her ku diçe erzantir dibe û êdî ji kutiyekî xwarina fast food KFC ya mirîşkan erzantir e. Li Emerîka bermîlek petrol dakete 30.91 dolar, û ji mirîşkan erzantir bû. Di van du hefteyên dawiyê de her çiqas petrol hinekî buha bûbe jî, lê dîsa ji mirîşkên KFC erzantir e.

28.605.229 temaşe kirine (vîdyo)

28.605.229 temaşe kirine (vîdyo)

Omer Osê: Kevirê xwe mezin nekin (vîdyo)

Omer Osê, endamê şanda hikumeta Sûryê ji bo Cinêvê got heya niha hikûmeta Sûryê Îtîrafê bi Kantonên Rojavayê Kurdistanê nake.

Alîgirên HDP li hunermendekî Kurd xistin

Ji ber ku HDP rexne kiribû û di hevpeyvîneke xwe de gotibû HDP ew xapandin, grûpeke alîgirên HDP li pêşiya mala hinermend Mehmet Karakuş (Çiyager) li Diyarbekirê li navçeya Yenişehir êrîşî wî kirin û lêdan û birîndar kirin. Wî di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku HDP xiyanet bi Kurdan kir. Piştî bûyerê hunermend got, 6 kesan êrîşî wî kirin, wî hinek kes ji wan nas dikirin.

Meya Xelîl gelekî poşmane lê malbat efû nake

Li gor rojnameya înglîzî Independent, stêrka porno ya libnanî ya meşhûr Meya Xelîfe (22), bi kuştin û şerjêkirinê tê tehdîdkirin. Meya li Mayamî dimîne û dema ku temenê wê 10 sal bû çûbû Emerîka. Ew gelekî poşmane ku di fîlmên porno de beşar bû ye, lê ne gelê Libnanê ne jî malbata wê, wê efû nakin. Niha ew di nava destê bazirganan de ye û nikare xwe xelas bike.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com