Hevserokê PYD diyar kir ku plana wan ya bi hevghandna Efrîn û Kobanî heye û di derbarê veguhestna gora şahê Osmanî Silêman Şah de jî got, ew ji bo kordînekirina wê operasyonê çûbû Tirkiyê!
Hevserokê PYDê Salih Misilm, li ser agirbesta Sûryê diyar kir, zêde xêra agirbestê neghîştye Kurdên rojava ji ber ku bi raghandina agirbestê re, şer li herêmên Kurdan dijwartir bû.
Misilm li ser operasyona veguhestna tirba şahê Osmanî Şah Silêman jî, ku di Şibata 2014ê ji Qereqozak biribûn gundê Aşmê li Kobanî, axivî û got, ew di roja operasyonê de li Stenbolê bû û li wê derê bi hev re operasyon birêve birin.