Serrûpel Nûçe Daleqandina wêneyên şehîdên El Wehde qedexe bû

Daleqandina wêneyên şehîdên El Wehde qedexe bû

Belav bike

Li gorî daxuyaniya el-Wehde, dema ku rêxistina partiyê di merasîmekê de wêneyên 5 şehîdên rêxistina xwe di nav rêzên YPGê, Asayiş û polîsên Trafîkê de şehîd ketine, daleqandin, grûpekê bi navê saziya malbatên şehîdan avêtiye ser ofîsa partiyê û wêneyên wan şehîdan anîne xwar.
El-Wehde da zanîn ku tevî mûdaxeleya malbatên her 5 şehîdan, lê ew grûp rijd bû wêneyan bîne xwar û dest deyne ser wan bi hinceta ku daleqandina wêneyên şehîdan, divê bi destûra saziya wan be.

Rêxistina el-Wehde li Serê Kaniyê ew kar rexne kir û daxwaz li TEV-Dem û Rêveberiya Xweser kir ku kesên di ber vê bûyerê de berpirsyar mûhasebe bikin.