Beriya 4ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li gundê wî Amarayê ku bi ser Xelfetiya Rihayê ye, bêdengiyeke mezin heye. Walîtiya Rihayê di navbera 1 û 6ê Nîsanê de pîrozbahiyên rojbûna Ocalan li tevahiya bajêr qedexe kir.
Birayê Ocalan Mihemed Ocalan li hemberî biryara walîtiyê nerazîbûn nîşan da û Malbata Ocalan biryara qedexekirina 4ê Nîsanê şermezar kir.
Mehmet Ocalan birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Rûdawê re diyar kir ku ew dixwazin rojek pêş de qedexe bê rakirin û wiha got:
“Ev heqekî însanî ye, heqekî demokratîk e. Xwesteka me em weke malbat dibêjin mêvanên ku bên ser serê me ser çavên me cihê wan heye. Ez bi xwe qedexekirinê qebûl nakim.”
Xwîşka wî Fatma Ocalan jî dibêje salek û nîv in dewlet nahêle ku ew bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Ew ditirse ku dewletê tiştekî anîbe serê Ocalan.
Fatma Ocalan jî wiha got: “Em ditirsin tabî. Birayê me ye. Ku kes neçe û neyê em ê ku de bizanibin rewşa wî çi ye. Em nizanin heye tune ye, hiştine kuştine… Berê em diçûn me xeber jê digirt em neditirsiyan. Lê ji ber ku niha em xeber jê nagirin em ditirsin.”
Xelkê Amarayê jî tu wateyê nadin qedexekirina walîtiyê. Ew dixwazin Ocalan azad bibe.
Leşker û polîsan bi biryara Walîtiya Ruhayê riyên sereke yên ser gundê Amarayê ji 4 aliyan ve girtine. Ew nahêlin ji xeynî gundiyan kes biçe Amarayê. Leşkeran tîma Rûdawê jî 2 caran dan sekinandin û got ew ê destûr nedin ku careke din tîma Rûdawê bikeve gundê Amarayê.