Serrûpel Nûçe Susana Jamaladinova ya Ukranî bû yekemîn (vîdyo)

Susana Jamaladinova ya Ukranî bû yekemîn (vîdyo)

Belav bike

Li dûv Ûkrayna, Rûsya bû duyem û Awstralyaya ku bo duyem car beşdarî Eurovisionê bû, rêza sêyem wergirt.

 Susana Jamaladinova (32), ku navê wê yê sehneyê Jamala ye, bi strana xwe ya “1944” ku li ser sirguna gelê Tetar e 534 pûan stand.

 Serdema Cosêf Stalîn û Şerê Cîhanê yê Duyem de, Yekîtiya Sovyêtan nêzî 200 hezar Tetar bi tohmeta hevkarî di gel dagîrkerên Nazî yên Alman ji war û cihê wan kirin, û ew ji Qirima welatê wan sirgunî Asyaya Navîn û Sîbîrya kirin. Gelek ji sirguniyan di rêyan de ji nêza û serma mirin.

 Jamala bixwe li sirguna Kirxistanê ji bavekî Tetar ê misilman û dayîkeke Ermen ya krîstiyan re çêbûye. Ew piştî serbixweyiya Ûkraynayê ya sala 1991ê ji Sovyêtên rûxayî vegeriyane Qirimê.

 Nîbgirava Qirimê ku li qeraxa Deryaya Reş, li başûrê Ûkraynayê ye sala 2014an piştî serhildana li wî welatî ji aliyê Rûsyayê ve hate dagîrkirin. Ji hingê ve Rûsya, herçendî ji aliyê navneteweyî ve nehatibe pesendkirin jî, Qirim bi xwe ve girêdaye.

 

Jamala, li gorî ajansa nûçeyan ya Reutersê, got strana wê li ser sirguna 1944ê ye, û ne bûyerên vê dawînê yên navbera Ûkrayna û Rûsyayê.

 

Pêşbirka Eurovisionê ji sala 1956an ve 61 caran hatiye rêkxistin.
Gotinên strana “1944” bi zimanê Ingilîzî û Tetarî ne û Kurdiya wê li jêrê ye:

“1944”

 Dema biyanî tên…

Têne mala we,

We hemûyan dikujin

û dibêjin

Em ne tawanbar in

ne tawanbar

 

Ka hişê we?

Mirovahî digirî.

Ji we were hun xweda ne.

Lê her kes dimire.

Canê min nequrtênin.

Canê me.

 

Ez têrî gêncîtiya xwe nebûm

Ez li vir nejiyam

Têrî gêncîtiya xwe nebûm

Li vir jî nejiyam

 

Me dikarî siberojekê ava bikin

Siberojeke ku mirov azad in

Bijîn û ji hev hez bikin.

Serdemeke bextewer.

 

Ka qelbê we?

Mirovahî radibe şipya.

Ji we were hun xweda ne.

Lê her kes dimire.

Canê min nequrtênin.

Canê me.

 

Ez têrî gêncîtiya xwe nebûm

Ez li vir nejiyam

Têrî gêncîtiya xwe nebûm

Li vir jî nejiyam

 

Ez têrî welatê xwe nebûm.
Jêder: Rûdaw