Serrûpel Nûçe Aldar Xelîl: Pêşmergeyên Rojava Çete ne

Aldar Xelîl: Pêşmergeyên Rojava Çete ne

Belav bike

Serkirdeyê PYD-Tev Dem û PKK li rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl, ji bo pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê got, “Ew çeteyên rojava ne û eger ew derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, qebûl nabe ew derbasî rojava bibin, eger ew derbas bibin wê bibe sebeba şer…” Li ser gotina Aldar Xelîl, fermandarê Pêşmergeyên Rojava Raîd Şervan Dêrikî jî got, ew ne ji bo şerê birakujiyê hatine perwerdekirin, ew ji bo ku gelê xwe biparêzin hatine amadekirin û got şehîdên YPG şehîdên wan in û ew şehîdên Kurdistanê û azadiyê ne.
Bi navkirina Aldar Xelîl, pêşmergeyên rojava weke çeteyên rojava bû cihê nerazîbûneke mezin û gelek karîkaturîstan karîkaturên wî jî çêkirin.