Serrûpel Nûçe Pêşmergeyên Rojava heddek ji Aldar Xelîl re danîn

Pêşmergeyên Rojava heddek ji Aldar Xelîl re danîn

Belav bike

 

Fermandarê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê Şervan Derikî ku niha li bajarê Dihokê ye, ji Rûdawê re raghand ku îro 330 kes tevlî nav rêzên wan dibin û wê bi beşdarya van kesan, xula 11 bê destipêkrin.


Şervan Derikî anî zman ku ji bilî van 330 kesan, 4 hezar kesên din jî dixwazin bibin tevlî hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bibin.


Biryar e îro fermandariya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidar bixe, da ku berisva Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîk bide, ku navê “çete” ji bo Pêşmergeyê Rojava bikar anbiû.


Berpirsekî Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDK-S)  jî dazanîn ku Pêşnergeyên Rojavayê Kurdistanê dixwazin vegerin  Rojavayê Kurdistanê.


Pêşmeregeyên Rojavayê Kurdistanê ku ev nêzîkî 4 salan e ew hêz li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin, û beşdarî di gelek şerên li dijî DAIŞê de jî kiriye, lê heya niha vê hêzê qet beşdarî di şerên nav Rojavayê Kurdistanê nekiriye, ew jî ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera ENKS û  TEV-DEMê de.