Serrûpel Nûçe “Em rê nadin kesek rewşa Kurdistanê xerab bike“

“Em rê nadin kesek rewşa Kurdistanê xerab bike“

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di peyamekê de bersiva medyaya Tevgera Gorranê da.

 

Mesûd Barzanî di vê peyamê de amaje bi kempînên medyayî yên Tevgera Gorranê yên li dijî şexsê xwe dike û dibêje: “Ez daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku ti kes li ser min bersiva wê kempînê û gotinên wan bersivê nede û kes danekeve vê asta nizim.”

 

Barzanî di peyama xwe ya bo xelkê Kurdistanê de wiha berdewam dike:

 

“Ez daxwaz ji we dikim, piştevanî û bergirîkarê serxwebûnê û pêşmergeyên qehreman bin. Parêzerê heq û dadmendiyê bin û li hember gendelî û kultura dijûnan bisekinînin û parêzvanên ferheng û nirxên gelê me bin.”

 

Barzanî herwiha dide xuyakirin, ku di vê rewşa niha de pêwîst e karê herî li pêş ê hemû aliyan “serxwebûn, piştgirîkirin li pêşmerge bo têkşikandina terorîstên DAIŞê, baştirkirina jiyana xelkê û rûbirûbûna gendeliyê” be.

 

Di dawiya peyama xwe de, Barzanî wiha dibêje:

 

“Teqez ewên ku yekrêziya gel têk didin û hewla têkdana ewlehî û asayişa Kurdistanê didin û karesatan bi ser wî gelî de tînin, dê bigihîjin cezayên xwe.”