Serrûpel Nûçe Welatekî din jî hêza xwe dişîne Rojavayê Kurdistanê

Welatekî din jî hêza xwe dişîne Rojavayê Kurdistanê

Belav bike

 

Îro Hikûmeta Norwêcê aşkere kir, ku dê hejmarek leşkerên xwe yên hêzên taybet bişîne nav axa Sûriyê.

 

Aşkerekirina biryara Hikûmeta Norwêcê bo şandina leşkerên xwe bo nav axa Sûriyê piştî wê yekê hat, ku parlamentoya wî welatî razîbûna xwe li ser wê yekê nîşan da û glopa kesk bo wê yekê pê kir.

 

Li gorî ajansa Reutersê, Wezîrê Parastina Norwêcê Eni Erickson Sueireda di daxuyaniyekê de biryara welatê xwe aşkera kir û da xuyakirin, ku hêzên ku li Sûriyê li ser erdê şerê li dijî DAIŞê dikin, pêşketinên berçav û giring bi dest xistine û Norwêcê bo piştevanîkirin li wan hêzan biryar daye leşkerên xwe bişîne nav Sûriyê.

 

Di daxuyaniyê de Eni Erickson Sueireda wiha got:

 

“Hêzên xwecihî (yên ku li rûbirûyê Dewleta Îslamî dibin), pêşketinek gelek zêde ji ewa ku dihat pêşbînîkirin, li xwe nîşan dane. Ji ber wê yekê jî di acendaya me de giring e ku Hêzên Hevpeymanan di çarçoveya têkoşîna li dijî rêxistina Deweta Îslamî de rahênan û şêwir û piştgiriyên meydanî li ser erdê pêşkêş bikin.”

 

Li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, hêzên Kurdî û hevalbendên wan li dijî DAIŞê şer dikin.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya wê dike, ji roja 2ê Gulan a 2016an ve dest bi operasyona rizgarkirina Reqayê ji detsê DAIŞê kirin û pêşketinên mezin bi dest xistin.

 

Herwiha piştre HSDê di 31ê Gulan a 2016ê de operasyona Minbicê da destpêkirina, ku heya niha berdewam e. Di encama vê operasyonên de bi dehan gundên girêdayî Minbicê hatine rizgarkirin û bajarê Minbicê û çekdarên DAIŞê yên li nav bajar ji 4 aliyan ve hatine dorpêçkirin.

 

Leşkerên Norwêcê li 3 welatên din

 

Pêştir Norwêcên hejmarek ji lekerên xwe li 3 welatên din bi cih kiriye.

 

Piştî êrişên DAIŞê, Norwêcê 120 leşkerên xwe bo pêşkêşkirina rahênan û perwerdehiya leşkerî şande Iraqê û Başûrê Kurdistanê.

 

Herwiha bo rahênana çekdarên Dijbereya Sûriyê û şerê li dijî DAIŞê, Norwêcê 60 leşkerên xwe li welatê Urdinê bi cih kiriye.

 

Leşkerên Amerîka, Fransa û Almanya li Rojavayê Kurdistanê

 

Amerîka bo piştevaniya YPGê û HSDê di şerê li dijî DAIŞê û herwiha piştgiriya operasyonên rizgarkirina Reqa û Minbicê, 500 leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bicih kiribû.

 

Leşkerên Amerîkayî di her du operasyonên girtina Reqa û Minbicê de bi awayekê çalak beşdar bûne. Herwiha Amerîka bi balafirên xwe yên şer jî piştevaniyê dide şervanên HSDê û YPGê.

 

Piştî destpêkirina operasyona Reqayê û amadebûna leşkerên amerîkî li eniyên şer, Fransa jî hejmarek leşkerên xwe bo piştgiriya operasyonên HSDê şande Rojavayê Kurdistanê. Hatibû ragihandin, ku leşkerên Fransayê li herêma Kobanî bicih bûne û li ser kaşê Miştenûr balafirgehekê bo helîkopterên şer ava dikin.

 

Ji aliyekê din ve hatibû îdîakirin, ku leşkerên Almanya jî bo beşdarbûn di şerê li dijî DAIŞê û piştgiriya şervanên Kurd û Ereb ên di nav refên HSDê de derbasî nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûne.

 

Lê belê Almanya bi awayekê fermî ew agahî piştrast nekir û ajansa Reutersê ji zarê berdevkekê Wezareta Parastina Almanya ve ragihand, ku Berlînê ti leşker neşanyine Sûriyê. (Rûdaw)