Serrûpel Nûçe Esed: Ewropî di bin masê de bi me re diaxifin

Esed: Ewropî di bin masê de bi me re diaxifin

Belav bike

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de berpirsên welatên rojava di warê siyasî de êrîşî wan dikin û di bin maseyê de de hevdîtinan ligel wan pêk tînin.

Esed di hevpeyvîna xwe de ligel televîzyona resmî ya Australî SBS, got welatên rojava li hemberî krîza Sûriyê du rû ne û ne xwedî prensîb in.

Esed got, ew li aliyekî êrîşî wan dikin, li aliyê din jî nûnerên xwe yên emnî û hikûmî dişînin Şamê û di bin masê de hevdîtinên dizî li gel wan pêk tînin.

Serokê Sûriyê got, hemû welatên rojava, ji bo ku Emerîka bi wan nehese û ji wan aciz nebe, bi nehênî hevdîtinan  bi Şamê re dikin.