Welatekî din jî hêza xwe dişîne Rojavayê Kurdistanê
Norwêcê ragihand, bo piştgirîkirina hêzên xwecihî yên ku li dijî DAIŞê şer dikin, ew dê hejmarek leşkerên xwe bişînin Sûriyê.
4 eskerên emerîkî li R. Kurdistanê birîndar bûn
4 şêwirmendên serbazî yên emerîka li rojavayê kurdistanê birîndar bûne.
Li gorî medyaya emerîkî heya niha 4 şêwirmendên emerîka li rojavayê kurdistanê birîndar bûne, lê wezareta berevaniya amerîka heya niha tu zanyarî li ser wê mijarê nedaye.
Tê gotin ku ew şêwirmendên emerîkî di encama êrîşa daişê de birîndar bûne, lê nayê zanîn li kîjan mihwerî.
300 şêwirmend û efserên emerîkî li rojavayê kurdistanê di şerê li dijî daişê de piştevaniya hêzên sûriya demokrat dikin.
Di meha nîsanê de serokê amerîka Barak Obama biryar da ku 250 şêwirmend û hêzên taybet bişîne rojavayê kurdistanê û hejmarek ji şêwirmendên din jî bişîne başûrê kurdistanê.
Emeliyata Ferhadê Içmo serkeftî bû
Şaîrê Kurd Ferhadê Içmo, îro li Hewlêrê hate emeliyar kirin û emeliyata wî serkeftî bû. Ew girêka ku di serê wî de bû hate derxistin. Rewşa wî baş e, û ewê 24 saetan di odeya intenzîfê de bimîne.
Duhok: Tecawizî zaroka 1 salî kir û ew kuşt
Li Duhokê kesekî zarokeke keç ya 1 salî (Mîna Mêvan Mihemed) revand, tecawizî wê kir, û piştre ew avêje avekê û keçik xeniqî.
Piştî 10 rojan termê wê hate dîtin. Polîsa piştî lêpirsînê tê derxistin ku kesê Mîna revandibû zilamekî 22 salî bû.
Lê polîs diyar nekirin ka kujer berî bixeniqîne destdirêjî li zarokê kiriye an na.
YE hesabê Nexweşxaneya Viyena ji Kantona Kobanî dixwaze
Parlamentoya Ewropa û hejmarek ji parlamenterên Nemsawî û gelek parlamenterên din...
Şaîrê Kurd Ferhad Icmo li Hewêrê tê dermankirin
Şaîrê Kurd Ferhad Icmo nexweşe û niha li Hewlêrê li nexweşxaneyê di bin kontrola doktoran de ye.
Dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û ofîsa serok Barzanî hemû mesrefê dermankirina Icmo didin.
Sibe roja sêşemê wê Icmo bikeve bin kêran û wê kutleya nebaş ya di serê wî de were derxistin.
Em ji şaîrê Kurd Ferhad Icmo re selametiyê dixwazin.
Hackkerên PKK-PYD hackkirin xistin stûyê xwe
Di daxuyaniyekê de hackkerên PKK-PYD ku nav li xwe dikin Heza Parastina Electronic HPE hackkirin xistin stûyê xwe. Agahdar bin û nekevin wê rûpelê û bersiva tiştekî nedin.
Sembola Trajediya Kobanî wefat kir (vîdyo)
Efra Xelîl, ew jina Kurd ku di dema şerê Kobanî de, berê xwe dabû ezmanan û li ber xwedê geriya bû û bang kiribû: Xwedêyo tu vê zilm û zorê li erdê nehêlî, û van zaliman kor û poşman vegerînî... û bûbû sembolek ji trajediya Kobanî di 75 saliya xwe de wefat kir
Bala hemû dinyayê kişandibû ser xwe. Ew dîmen bûbû sembolek ji sembolên şerê Kobanî.
Efra Xelîl, xwediya yek ji dîmenên herî balkêş yên tiracîdiya koçberî û perîşaniya xelkê Kobanî bû. Duh li gundê Şêx Dodike li herêma Kobanî koça dawîn kir. Wêneya pîrejina kurd Efra Xelîl ku destên xwe li ber xwedê vegirtibûn, di medya civakî û cîhanî de deng dabû.
“Em rê nadin kesek rewşa Kurdistanê xerab bike“
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di peyamekê de bersiva medyaya Tevgera Gorranê da.
Mesûd Barzanî di vê peyamê de amaje bi kempînên medyayî yên Tevgera Gorranê yên li dijî şexsê xwe dike û dibêje: “Ez daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku ti kes li ser min bersiva wê kempînê û gotinên wan bersivê nede û kes danekeve vê asta nizim.”
Barzanî di peyama xwe ya bo xelkê Kurdistanê de wiha berdewam dike:
“Ez daxwaz ji we dikim, piştevanî û bergirîkarê serxwebûnê û pêşmergeyên qehreman bin. Parêzerê heq û dadmendiyê bin û li hember gendelî û kultura dijûnan bisekinînin û parêzvanên ferheng û nirxên gelê me bin.”
Barzanî herwiha dide xuyakirin, ku di vê rewşa niha de pêwîst e karê herî li pêş ê hemû aliyan “serxwebûn, piştgirîkirin li pêşmerge bo têkşikandina terorîstên DAIŞê, baştirkirina jiyana xelkê û rûbirûbûna gendeliyê” be.
Di dawiya peyama xwe de, Barzanî wiha dibêje:
“Teqez ewên ku yekrêziya gel têk didin û hewla têkdana ewlehî û asayişa Kurdistanê didin û karesatan bi ser wî gelî de tînin, dê bigihîjin cezayên xwe.”
Zarokeke Êzdî 22 mehan di dest DAIŞê de ma
Herdan gundê dawiyê yê Êzdiyên li bakûrê rojhilatê Şengalê ye û dikeve milê Teleferê. Derdora Herdan hemû gundên ku heyî di çarçoveya Erebkirinê de bûn. Tene ew gundê Êzdiyan ê li bakûrê Şengalê xelkê wê ziyaneke zêde dît, kuştin, revandin, talan hwd jiyan kirin.