Serrûpel 2016 Temmuz

Arşîva mehane: Temmuz 2016

Sirrê vî sûretî eşkere bû (foto)

Çend wêneyên romantîk di navbera serokê Emerîka Barak Obama û kandîda demokratan ji bo serokatiya Emerîka Hillary Clinton, bûn sedema derketina gelek prolemîkan. Ev wêne li eyaleta Pennsylvania roja 27.07.2016 hatiye kişandin, dema ku Obama beşdarî kampanya Clinton bû û piştgiriya wê kir.

Xwestin xwe bikin weke Kim Kardashian (foto)

Jordan James Parke (25) û James Holt (22) lêvên xwe tijî botox kirin û xwestin xwe bikin weke Kim Kardashian. Li ser Facebookê wêneyên xwe belav kirin û pirs kirin: Kî ji me bêhtir teşbîhî Kim Kardashian dibe?

“Qamişlo ne bajarekî Kurdî ye“

Serkirdeyê PKK û yek ji sanuqên reş yê wê partiyê Riza Altun ku kesekî navdare di nava PKK-KCK de, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Libnanî El Seffîr (nêzîkî Hizbullaha Libnanê ye) got, wan sîstema kantonan ji bo rojavayê Kurdistanê danîn û PKK navê kantonan li rojavayê Kurdistanê kir.

Dibe ku asayîşê nedîtibe?!!!

Kamyon di pêşiya asayîşê der derbas bû, û li Taxa Xerbî teqiya, di ser gelek seytereyan re derbas bû, dibe ku asayîşê nedîtibe?! Bersiv li cem asayîşa PYD ye....

Nahêlin birîndar werin başûr

Berpirsa tendurustiya Kantona Cizîrê Ebîr Esaf dibêje ew nahêlin ku birîndarên teqîna Qamişlo derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û li wê derê werin dermankirin. Dibêje, nexweşxaneyên me têra wê yekê dikin ku birîndaran derman bikin. Ew rast nabêje, ji ber ku ne nexweşxane têra dermankirinan dikin ne jî derman heye. Tiştek were serê birîndaran berî her kesî Ebîr Esaf û kantona Cizîrê ya ser bi PYD ve berpirs e.

“PYD nahêle derman bigihê nexweşxaneyan”

ENKS dibêje dermanê ku ji başûrê Kurdistanê ji bo birîndarên teqîna Qamişlo hatibû şandin, PYD dest danî ser wan û ew xistine depoyên xwe li bajarê Dêrikê.

Bersiva van pirsan bidin xelkê Qamişlo!

Divê asayîş bersiva van pirsan bide... - Kamyona bombekirî çawa dikaribû hemû seytereyan derbas bike û xwe bigihîne Taxa Xerbî û biteqe? Asayîş li kuderê bû? Li wê derê gelek seytereyên asayîş hene? Asayîş di xew de bû? Yan hinek kes di nava asayîşê de hene çavên xwe girtin? Yan jî di nava asayîşê de xayîn hene? - Qedexeye kamyon ji Amûdê derbasî nava Qamişlo bibin, ew kamyona bombekirî çawa derbasî nava bajêr bû? - Dibêjin Asayêşê berî teqînê navenda xwe ji Taxa Xerbî biriye taxa Pîşesaziyê (Sînaa), çima? - Dibêjin 10 deqeyan berî teqînê helîkoptereke rejînê di ser cihê teqînê re difiriya, ew çi bû? Û gelek pirsên din, divê TEV-DEM, PYD, Kanton û hemû dezgehên wan yên asayîş, YPG, YPJ û asayîş û istîxbara wan bersivan van pirsan bidin gelê Qamişlo...

Qamişlo: 37 şehîd û bêhtirî 100 birîndar (foto)

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) teqîna îro ya li Qamişlo weke kiryareke “terorîstî” wesif kir û li hemberî rêxistinên tundraw banga yekîtiyêr kir..

“Em amade ne bi her awahî alîkariya Qamişlo bikin“

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di peyamekê de teqîna li Qamişlo bi tundî şermezar...

Barzanî fermana Qamişlo derxist

Serok Barzanî emir kir: Alîkariya Qamişlo bikin