Serrûpel Nûçe Bersiva Îranê da: Bi tu awahî qebûl nakin!

Bersiva Îranê da: Bi tu awahî qebûl nakin!

Belav bike

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi tundî gefa Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê Serdar Selamî red dike û ji bo pêwendiyên dostane yê Herêma Kurdistan û Îranê jî weke helwestek ne guncaw dibîne.

 

Di daxuyaniyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje:

 

“Gefên Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê bi giştî berovajiyê wan guftûgoyan e ku di navbera herdu aliyan de tê kirin û bi ti awayî ev gef xizmeta pêwendiyên herdu aliyan jî nake. Bi ti awayî nabe zimanek wiha li hember Herêma Kurdistanê bê bikaranîn.”

 

Hêjayê gotinê ye ku di gotara nimêja Înê ya li Tehranê de Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê Serdar Husên Silêman hişyarî dabû berpirsên Herêma Kurdistanê da ku pabendê sozên xwe bin û gotibû; “Her cihekê ku bibe çavkaniya metirsiyê li ser Îranê, bêyî dudilî emê wêran bikin.”

 

Ev hişyariya Supaya Pasdaran, piştî pevçûnên meha borî yên di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) û pasdarên Îranê li navçeyên sînor ê Rojhilatê Kurdistanê, tê ku di van pevçûnan de hejmarek pasdar hatibûne kuştin.