Serrûpel Nûçe Itîraf: Behsa êrîşa li ser Rûdawê dike (vîdyo)

Itîraf: Behsa êrîşa li ser Rûdawê dike (vîdyo)

Belav bike

Ew kes behsa plankirin û êrîşa li ser Rûdawê dike.

Di daxuyaniya asayîşê de wiha hatiye.

Roja 25.06.2016, saet 12.05 şevê, li Hewlêrê, tîmên lêkolîn û şopandinê, ya bêreveberiya me, piştî kêmtirî 3 rojan, dikaribûn encamderên sereke yên teqînê bigirin û tewanbaran jî sûcên xwe îtîraf kirin.

Rêbwar Wirya Salih, li gor itîrafên wî, ku ligel vê ragihandinê tê belavkirin, bi qasî 15 rojan berî meha Remezanê kesekî nêzîkî wî bi navê Seedî Mistefa Ebdulrehman, ji wî daxwaz dike ku li bajarê Hewlêrê bi çalakiyekê rabe. Rêbwar razî dibe, bi wê armancê jî roja 23.06.2016 Seedî, ligel kesekî din bi navê Ciwamêr Osman Ebdullah, li derveyî bajarê Hewlêrê, Rêbwar li ser çawaniya teqandina narîncokê perwerde dikin. Heman rojê berî nîvro, her sê kesan bi hev re cihê çalakiyê kontrol dikin. Şeva din, Rêbwar her du narçncokan bi şêweyekî teknîkî amade dike, û di bin otomobîleke li pêşiya kanala Rûdawê datîne û bi lez ji cihê bûyerê direve, piştî nêzîkî 13 deqeyan her du narîncok diteqin, di encamê de ziyaneke madî çêdibe û 5 kes birîndar dibin.

Li gor itîrafên kesê ku êrîşî Rûdaw kiriye, armanca wan ji wê êrîşê ewbûye ku çalakiya wan zêdetir deng bide.

Birêveberiya asayîşa Hewlêrê hemû aliyan piştrast dike ku tîmên wan bi şêweyekî pîşeyî di lêkolînên xwe de berdewam dibin, ji bo ku bigihên encama dawîn û yekalîkirina dosyaya her du bergumanên din.