Çavkaniyeke taybet ji bajarê Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re das zanîn ku Asayişa Efrînê welatiyê kurd Serbest Xelîl bi tohmeta bilindkirina ala Kurdistanê di cenazeyê hunermend bavê Selah de girt.
Li gorî çavkaniyê welatiyê Kurd Serbest Xelîl xelkê Gundê Naza yê ser bi nahiyeya Şeran ye, ew bavê 3ê zarokan e û sala 2015an 3 mehan ji aliyê istixbarat leşkerî ya hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin.
Di dema merasîma cenazeyê hunemendê kurd Bavê Selah li gundê Gorda ser bi Efrînê ve, hin beşdarên merasîmê ala netewî ya Kurdistanê bilind kiribûn, lê Asayişa Kantona Efrînê bi darê zorê al ji destê xelkê derxistibûn û bilindkirina wê qedexe kiribûn.