Serrûpel Nûçe Qamişlo: 37 şehîd û bêhtirî 100 birîndar (foto)

Qamişlo: 37 şehîd û bêhtirî 100 birîndar (foto)

Belav bike

 

Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek derbarê teqîna bajarê Qamişlo de belav kir.

 

Di daxuyaniya xwe de, ENKSê ew teqîn weke kiryareke terorîstî bi nav kir û ew bi tundî şermezar kir.

 

ENKSê got ku ev kiryara DAIŞê nikare îradeya gelê Kurd têk bibe û tekez kir ku ewê ji berê bêhtir girêdayî xaka xwe bin û berevaniyê di ber hebûna xwe ya netewî de bikin.

 

Emîndariya Giştî ya ENKSê bang li tevahiya hêzên siyasî kir ku rêzên xwe bikin yek û bi yek helwestê li hemberî hêzên tarî û di serî de li hemberî rêxistina DAIŞê rawestin.

 

Îro danê sibê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 2 teqînan rû da di encamê de bi herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn.