Serrûpel Nûçe “PYD nahêle derman bigihê nexweşxaneyan”

“PYD nahêle derman bigihê nexweşxaneyan”

Belav bike

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî Kurd li Sûrî ENKS di derbarê alîkariyên dermanan de ku li ser fermana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji başûr derbasî rojavayê Kurdistanê dibin daxuyaniyek  belav kir.

ENKSê di daxuyaniya xw de got piştî kumkujiya Qamişlo ku ji aliyê DAIŞê de encam da, Serokê herêma Kurdistanê ew êrîş şermezar kir, û hişyarî da hemû nexweşxane û dezgehên tenduristiyê ku ji bo pêşwaziya birîndaran di amede başiyê de bin.

ENKSê ragihand ku rêveberiya tendurustiyê bilez 4 ton ji dermanan şandine rojavayê Kurdistanê, lê PYDê wekî hercarê dest danî ser wan dermanan û ew birin di depoyên xwe de veşartin û nehîştin derman li ser tu nexweşxaneyekê were belavkirin.

ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de ew kiryarên PYDê şermezar kir û soz da ku ewê bi hemû şêweyan alîkariyan ji malbatên şehîd û birîndaran re pêşkêş bike.