Serrûpel 2016 Tîrmeh

Arşîva mehane: Tîrmeh 2016

Asayîşa PYD bi vî awahî zarok kuşt (vîdyo)

Asayîşa PYD bi vî awahî zarokê 16 salî kuşt (vîdyo)

Asayîşa PYD li Kobanî zarokekî 16 salî kuşt

Asayîşa PYD li Kobanî zarokekî 16 salî bi navê Ebko Mihêdîn Qewas kuşt, sîleh di serê wî de lêxistin û kuştin. Ew zarokê 16 salî ji taxa Kaniya Ereban (Pîşezasî) bû. Li ser kuştina zarokê 16 salî ji aliyê çekdarên asayîşa PYD ve, nerazîbûneke mezin di nava xelkê Kobanî de çêbû, xelk dibêje ew vê yekê ji PYD re nahêlin. Asayîşê bi zora sîlehan xelk ji ser laşê zarokê 16 salî belav kir û nehîşt wî rakin. Hate ragihandin çekdarê asayîşê ku ew kuştibû, temenê wî nêzîkî 50 salî ye.

Êrîşî otomobîla serokwezîrê Tirkiyê kirin

Wezîrê hundir yê Tirkiyê Efkan Ala ragihand ku şeva 15 Tîrmehê derbeciyan bi sîlehan êrîşî otomobîla serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim kirin.

Destê vî generalî di komkujiya Roboskî de hebû -VÎDYO

Akin Ozturk ku fermandarê Hêzên Ezmanî bû li Tirkiyê û destê wî di derbeya eskerî de hebû li dijî Erdogan, eşkere bû ku ew yek ji fermandarên komkujiya Robostî bû.

PARTÎ bersiveke tund da PKK

PDKê beyanameyek belav kir û amaje bi vê yekê kir, ku herkes û aliyek destdirêjiyê bike ser endam û aligirên partiya me divê li benda bersiva tund a partiya me be.

Tirkiyê: Derbecî hatine girtin (vîdyo)

Derbeye eskerî ku duh li Tirkiyê li dijî Erdogan dest pê kir, têk çû û derbecî hatine girtin. Generalên ku serkêşiya derbeyê kirine, wê bi sûcê xiyanetê werine mehkemekirin.

PYD wesîteya Bavê Selah di erdê de lêxist (vîdyo)

Azayîşa PYD li her derê ala Kurdistanê qedexe kir (vîdyo)

Malbateke ji Kobanî di Îce de xeniqî (foto)

Malbateke ji Kobanî (bav, jin û her du zarokên wan), ji gundê Pişik, bav: Fewaz Osman Îbikê, dayîk: Xalîbe, zarok: Zana (4 sal), welat (1,5 sal), dema ku dixwestin ji Tirkiyê derbasî Yunanê bibin, di deryaya Îce de xeniqîn.

Dengbêjê Efrînê Bavê Selah wefat kir (vîdyo)

Dengbêjî çiyayê Kurmênc, herêma Efrînê (Abdulrahman Omer) Bavê Selah piştî nexweşiyeke giran, wefat kir. Ew di sala 1952 de li gundekî Efrînê ji dayîk bûbû.

Idîa: Bahoz Erdal birîndare û li Silêmaniyê ye

Rojnameya Bas ku li Hewlêrê derdikeve idîa kir û fermandarê PKK-YPG Bahoz Erdal ku medyaya Tirkiyê dibêje ew hatiye kuştin, Bas idîa kir ku ew di teqîna otomobîlekê de giran birîndar bûbû û niha li nexweşxaneyeke Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê tê dermankirin. Peymanêrê televîzyona Al Jazeere Ehmed Zawîtî jî ji Rûdawê re diyar kir ku ew duh saet 11.00ê bi riya telefonê 15 xulekan bi Bahoz Erdal re axiviye, lê negot ka ew birîndare û tê dermankirin yan na, pir behsa rewşa wî nekir.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com