Serrûpel Nûçe Êdî Salih Mislim bi nav serokê PYD ye

Êdî Salih Mislim bi nav serokê PYD ye

Belav bike

Hevserokê PYD Salih Mislim hevpeyvînek ligel ajansa Rûsî Spitnik çêkir û têde li ser rewşa rojavayê Kurdistanê axifî.

Mislim ji bo rojavayê Kurdistanê navê Bakurê Sûriyê bikar anî.

Her wiha got, ew naxwazin li Sûriyê dewleteke kurdî li ser esasê netewî ava bikin û ew li dijî wê yekê ne.

Diyar kir ku pêwendiyên wan bi PDK re xerab in, ji ber ku PDK ketiye bin tesîra Tirkiyê.

Mislim got, PDK dixwaze me bixeniqîne û dijmintiya me dike.

Mislim di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku divê eskeriya bi zorê hebe.
Çavdêrên siyasî dibêjin, ku Salih Mislim tenê navê wî maye, tu rola wî di nava siyaseta rojavayê Kurdistanê û PYD de nemaye.

Li gor wan çavdêran, ne YPG, ne jî hêzên din yên ser bi PYD ve, gotinên Salih Mislim cidî nagirin.

Berî niha fermandarê YPG Rêdûr Xelîl gotibûn, Bila Salih Mislim xwe tevlî karê YPG neke û ne mafê wî ye bi navê YPG biaxife.