Serrûpel Nûçe Kantona Kobanî rê nade avakirina bajêr

Kantona Kobanî rê nade avakirina bajêr

Belav bike

 

Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Mûsa beşdarî bultena nûçeyên Rojavayê Kurdistanê ya televizyona Rûdawê bû û li ser alîkarîkirina Rojavayê Kurdistanê axivî.

 

Mûsa Mûsa derbarê alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê de ragihand, ew berdewam in li ser şandina alîkariyan bo Rojavayê Kurdistanê û alîakriyên wan qet neskinîne.

 

Mûsa herwiha got, wan 580 hezar dolarên amerîkî bo avedankirina Kobanî berhev kirine û ew dixwazin beşdarî di proseya avedankirina Kobanî de bikin.

 

Mûsa tekez kir, ku ew dixwazin bi xwe serpireştiya projeyên xwe yên bo proseya avedakirina Kobanî bikin û ew naxwazin alîakriyên bidin ti kes an jî aliyekê.

 

Cîgirê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destnîşan kir, wan û kantona Kobanî hêj li ser wê yekê li hev nekirine û hêvî kir, ku ew lihevkirin pêk were.

 

Ji ber êrişên DAIŞê û şerê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo parastina bajêr û herwiha bombebaranên firokeyên şer ên hevpeymanan beşek mezin ji Kobanî wêran bûye.