Serrûpel Magazîn Stranbêja Ereb: Malîkî 200 hezar dolar da min

Stranbêja Ereb: Malîkî 200 hezar dolar da min

Belav bike

 

Madlîn Meter ji govara Seydetî ya Erebî re ragihand ku dema serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî li Bexdayê ahengek ji bo Roja Rojnamegeriya Cîhanî saz kir, kurê wî Ehmed Malîkî jî ji bo beşdarbûna ahengê ew vexwendiye.

 

Stranbêj Meter herwiha eşkere kiriye ku di berdêla başdarbûna ahengê de, di bin çavdêriya Nûrî Malîkî de 200 hezar dolar wergirtiye.

 

Meter wiha gotiye:

 

“ji aliyê bepirsên Iraqî û bi taybet jî malbata Malîkî ve bi germî hatime pêşwazîkirin. Li paytexta Iraqê Bexdayê nirxê karê min ê hunerî derkete holê û min zanî ku li hinek welatan hunermendek bi nirx im.”

 

Rûdawê li ser karên hunerî ya Madlîn Meterê pêdaçûnek kir. Rojnamevanekê Beyrûdî ji Rûdawê re got:

 

“Ti caran berdêla konserên Madlîn Meter li welatên Erebî nebûye 20 hezar dolar.”