Serrûpel Nûçe Zarokekî ji Kobanî dibe stêrka forbala Norwêcê

Zarokekî ji Kobanî dibe stêrka forbala Norwêcê

Belav bike

Zarokê bi navê Dilawer Wêsî Misto, ku ji gundê Pêndir e, û di sala 2000 de ji dayîk bûye, piştî ku li Kobanî şer derket û Daiş êrîş kir, ew tevî malbata xwe ji ber şer reviya û û di sala 2015 koçberî Norwêcê bûn.

Ew niha ligel malbata xwe li bajarê Yofk dijî.

Ew di nava taximê Norwêcî Yofk de dijî. Medyaya Norwêcî nav li wî dikin Krîstyanoyê Biçûk.

Taximê ku ew têde dilîze, li ser astê Norwêcê qehremaniya Lîgayê bi dest xwe ve anî.

Heta niha taximên fotbol yên lîstikvanên kêmî 18 salî, serî li taximê ku ew têde dilîze dane û daxwaza wî kirine, bi taybetî Almanya û Îngiltere, xwestine Dilawer bibin cem xwe.