Serrûpel Nûçe Rêdûr Xelîl: Emê ji rêjîmê hesab bipirsin!

Rêdûr Xelîl: Emê ji rêjîmê hesab bipirsin!

Belav bike

 

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê rewşa bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

 

Daxuyanî li ser navê Berdevkê Fermî yê YPGê, Rêdûr Xelîl û li ser malpera fermî ya YPGê hatiye belavkirin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku êrişên Artêşa Sûriyê û firkoeyên şerî yên wî welatî bo ser bajarê Hesekê û bombebarankirina navendên Hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û YPG û herwiha xelkên sivîl hêj berdewam e.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

 

“18’ê Tebaxê firokeyên rejîma Sûriyê taxên sivîl ên li bajarê Hesekê û noqteyên hêzên Asayişê bombebaran kirin. Herwiha bi top û hawinan, bi çekên giran bajar topbaran kirin. Di encamê de bi dehan sivîl birîndar bûn û şehîd ketin. Ev, di nav sivîlan de tirsek mezin ava kir û rê li pêşiya koçberiya gel di hindûrê bajêr de vekir.”

 

Rêdûr Xelîl derbarê şer û pevçûnên navbera YPGê û hêzên Sûriyê de jî ragihand: Berê jî di nava bajêr de, di navbera hêzên Asayîşê û rejîmê de şerên dijwartir rû dabûn, lê heta niha firoke nehatibûn bikaranîn.

 

Di berdewamiya daxuyaniya Berdevkê YPGê de amaje bi wê yekê tê kirin, ku êrişên niha yên Hikûmeta Sûriyê di demekê de ye, ku YPG û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li Minbicê û di şerê li dijî DAIŞê de serkevitên giring û mezin bi dest xistin.

 

Rêdûr Xelîl dibêje, bi wan êrişan Hikûmeta Sûriyê şikestina DAIşê li Minbicê weke şikestin û binkevtina xwe dibîne.

 

Di daxuyaniyê de e vtişt hatin gotin:

 

“Di demekê ku YPG û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) li dijî terora DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistin de, balafirên şer û bi çekên giran bombebarankirina sivîlan ji aliyê rejîmê ve tê wateya valaderxistina encamên serkevtina hemleya Minbicê û piştgirîdayina DAIŞ’ê. Ev jî tê wateya ku rejîm binkeftina DAIŞ’ê wekî binkeftina xwe dibîne. Heta niha jî rejîm ji bo planên xwe yên qirêj pêk bîne hêviya xwe bi hebûna DAIŞ’ê tîne. Ev gavên ji aliyê rejîmê ve tên pêşxistin tê wateya întîharê.”

 

YPGê daxuyaniyên Hikûmeta Sûriyê derbarê ragihandina agirbestê li Hesekê bi derew xist û destnîşan kir: “Gotina rejîmê ya wekî ‘agirbest li Hesekê çebûye’ derewekî mezin e. Armanca wê ji vê yekê ew e ku zexta raya giştî ji ser xwe rabike. Heta niha jî bi çekên giran hemû taxên bajêr tên topbarankirin û leşkerên wan jî hemû cûreyên çekan bi kar tînin.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de YPGê êrişên Sûriyê bo ser Hesekê weke êrişên hovane bi nav kir û gefa tolhildanê kir.

 

YPGê wiha got:

 

“Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî van êrîşên hovanê yên li ser gelê me tên kirin bêbersiv namînin. Ji bo parastina gel em ê bi tundî li hemberî êrîşan bisekinin. Her destê ku dirêjî xwîna gelê me bibe, em ê hesab jê bixwazin.” Rûdaw