Beriya niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotibû ku “divê pêşmerge zêdetir bi pêş de neçe”, Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî, Ezîz Weysî ji ajansa Sputinkê re wiha axivî:”Belkî kêfa wan ji lezgîniya pêşmergeyan re nehatibe lê bila birêz Heyder Ebadî bizane ku em şerekî wiha bi rê ve dibin ku em hem hev temam dikin. Herkes dizane ku pêşmerge ji hêzên din cuda ye. Cuda hatiye perwerdekirin. Lewra asayî ye ku lezgîntir be û bêtir serkeftinan bi dest xîne. Serkeftina wan ne tenê serketina Iraqê ye lê ya tevahiya cîhanê ye”.
Weysî bersiva pirsyarekê derbarê beşdarbûna PKKê di operasyona Mûsilê de da û diyar kir ku ti têkiliya PKKê pê ve tine û wiha got: “Eger pêdivî çêbibe, em ê bang bikin. Lê helbet bê biryareke hevbeş eger PKK bizaveke wiha bike, ew tiştekî metirsîdar e. Şerekî navxweyî yê kurdan dê kenê xelkê bi me bîne. Hatina PKKê li ser xeta neteweyî rasttirîn rê ye. Ji ber zilamên wek Hayri Durmuş û Mazlum Dogan ku pêşengên PKKê bûn jî ji bo dewleteke serbixwe ya kurdan jiyana xwe ji dest da.
Herwiha Weysî tekez kir ku stratejiya hevbeş bi hêzên hevpeymanê û Artêşa Iraqê re, jinvabirina DAIŞê ye û wiha dewam kir: “Em li gorî vê stratejiyê bi pêş ve diçin. Eger tirsa wan ev e ku kurd dê li ser Mûsilê bi bandor bin, ev tirs ne di cih de ye.Mûsil berî bibe bajarê ereban, bajarê kurd û gelên din e û ev bi belgeyan isbatkirî ye. Eger tirsa wan pêkanîna rewşeke “emir waqî” be, rejîmên ereb berê li Mûsilê rewşên emir waqî pêk anîn. Ne kurdan. Lê divê meseleya me niha ne ev be. Divê em dest bidin hev û ereb, xiristiyan, kurdên êzîdî, şebek û tirkmenan ji zulmê DAIŞê xela bikin.”