Serrûpel Nûçe Serkirdeyekî PKK li Kobanî hate kuştin (foto)

Serkirdeyekî PKK li Kobanî hate kuştin (foto)

Belav bike

Mordem ku navê wî yê kod bû di nava PKK de, kadroyekî berpirs bû, piştî ku ji civîneke fermandarên şer yên li Munbic, Reqa  û Kobanî derdikeve, tê kuştin.

Jêderên ji Kobanî dibêjin, otomobîleke eskerî li pêşiya nexweşxaneya El Emel li rojavayê Kobanî ew sekinandiye, di otomobîlê de 4 çekdar hebûne, sîleh di serê wî de lêxistine û di cih de kuştine.

Berî ku xelkê taxê Mordem bigihînin nexweşxaneyê wî jiyana xwe ji dest dabû.

Heta nina ne PYD, ne PKK ne jî rêveberiya xweser, di derbarê kuştina Mordem de tu daxuyanî nedane.

Hinek jêder dibêjin ku ew di encama nakokiyên di navbera kadroyên PKK de li Kobanî hate kuştin.

Xwediyê nexweşxaneya Viyena li Kobanî Dr. Izet Efendi li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku kadroyê bi navê Heval Mordem emrê talankirina nexweşxaneya wî dabû.