Serrûpel Nûçe FLAŞ: Artêşa Azad Cerablus kontrol kir – Vîdyo

FLAŞ: Artêşa Azad Cerablus kontrol kir – Vîdyo

Belav bike

Tirkyê nav li wê operasyonê kiriye Mertalê Ferat, li gor ku hikûmeta Tikiyê dibêje armanca operasyonê derxistina Daişê ji Cerablusê ye, her wiha derxistina YPG ji rojavayê çemê ferat e.
 
Li ser operasyona kontrolkirina Cerablusê ji alyê artêşa Tirkiyê ve, berdevkê YPG Rêdur Xelîl raghand ku êrşîa Tirkiyê di encama rêkeftinekê di navbera Îran û Sûryê de çêbû.

Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê bi piştevaniya hêzên Artêşa Tirkiyê û balafirên hevpeymanan derbasî nav Cerablusê bûn, û şer di navbera wan û çekdarên DAIŞê de derket û li dawiyê bajar ji destê Daişê derxistin.

Hêzên opozisyona Sûriyê ku di bin navê Artêşa Azad a Sûriyê de ev çend roj bûn, ji bo kontrolkirina Cerablusê  hatibûn amade kirin.

Di vê operasyonê de ku navê Mertala Firatê li wê hatiye kirin, hêzên taybet û tangên Artêşa Tirkiyê bi hêzên opozisyona Sûriyê sînorê Sûriyê derbaskirin, berê xwe dane Cerablusê.

Hêzên Opozisyonê yên di vê operasyonê de beşdarin, ev in: Sultan Mûrad, Cebhe Şamiye, Feyleq Elşam, Firqeya Hemze û çend aliyên din yên ku bi navê Artêşa Azad a Sûriyê şer dikin.