Fermandarê PKK: Em bi Barzanî re ne (hevpeyvîn)
Beriya şerê DAIŞê gerîlayên PKKê li Çiyayê Şingalê bûn. Ew dibêjin wan pêşbînî kiribûn ku dê çekdarên DAIŞê bên vê navçeyê. Niha 2 sal li ser şerê DAIŞê re derbasbûn. Şingal û derdora wê li ser 2 hêzan de dabeş bûye; PKK û PDK. Di herêmê de gelek xalên kontrola pêşmerge, gerîla û şervanan hene.
“YPG-PYD li Munbicê namînin”
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavişoglo got, Emerîka soz daye wan ku wê hêzên ser bi PYD ve ji rojavayê çemê Firat paşve bikişe.
Îro gel li dijî êrîşên PYD dimeşe
Li Rojavayê Kurdistanê li ser banga ENKS gelê Kurd li dijî kiryar û êrîşên PYD li ser partî û siyasetmedar û rojnamevan û kesayetiyên Kurd dadikeve kolanan û serî hildide.
Meşa gel saet 18.00 (6 piştî nîvro dest pê dike).
Meş li Kurdistanê û li derve birêve diçin.
Binêrin kurek ji bavê xwe re çi dibêje!
Babê min yê hêja û ezîztirîn kes û serok û pêşmergeyê Kurdistanê,
Asayîşê cîgirê serokê YEKÎTÎ Hesen Salih jî girt
Asayîşê cîgirê serokê YEKÎTÎ Hesen Salih jî girt
Asayîşa PYD (5) serkirdeyên PDK-S girtin
Asayişa PYD sekreterê polîtbîroya PDK-S Mihemed Îsmaîl û endamên polîtbîroyê Neşat Zaza, Nafii Ebdullah serkirdeyê wê partiyê Ebdulkerîm Hacî û endamê Komîteya Navendî Salih Cemî girtin.
Barzanî pêşwaziya serokê ENKS Îbrahîm Biro kir
Îro roja dûşem 15.08.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îbrahîm Biro Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir.
Barzanî li eniya şerê li dijî DAIŞê ye (foto)
Malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belavkiriye ku, îro 14 Tebaxê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstan li bereya Xazir û herwiha serpereştîkirina operasyon û serkeftinên Pêşmerge yên li wê bereya şer de serdana sengerên Pêşmerge kir.
3 Pêşmergeyên Rojava şehîd bûn
Di şerê îro yê Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê li derdora Mûsilê, 3 Pêşrmegeyên Rojava şehîd ketin, û zêdetirî 10 kesên din birîndar bûn.
Çavkanieyek taybet ji nav eniya şerê Xazir ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku di şerê îro de, 3 pêşmergeyên Rojava şehîd ketine, û zêdetirî 10 pêşmergeyên din ku ew jî yên Rojavayê Kurdistanê ne, birîndar bûne.
Navê wan her sê pêşmergeyê şehîd ketine, Îbrahîm Hemze Ferho, û Hebîb Qedrî Mihemed Seîd ku her dû xelkê bajarê Qamişlo ne, û Kamîran jî ku ew bi xwe xelkê Başûrê Kurdistanê ye û di nav Pêşmergeyê Rojava de cihê xwe digirt şehîd ketiye.