Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî îro çû sînemayê (foto)

Nêçîrvan Barzanî îro çû sînemayê (foto)

Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro çû sînemayê û li fîlma Pêşmerge temaşe kir.
Îro berî nîvro serokwezîr, gelek dîplomat, konsol, wezîr û kesayetiyên Kurd beşdarî yekemîn nîşandana fîlma Pêşmerge bûn, ku fîlozofê Frensê Bernard Henri Levy ew çêkiriye û di festîvala navdewletî ya fîlman Cannes de hatibû pêşkêşkirin.
Fîlma Pêşmerge 92 xulekin û li Başûrê Kurdistanê hatiye çêkirin. Fîlm behsa şerê Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê dike.
Fîlm li Hewlêrê li Family Mall li sînema Empire hate nîşandan.