Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona frensî France 24 got, Frensa bi çekan alîkariya pêşmergeyan dike û ketîbeyeke tankên dûravêj şande herêma Kurdistanê.
Barzanî li ser pirsa SÛriyê got, ew piştgiriya her civîneke kurdî li dike, û ewê li ser wê yekê kar bikin ku peymana Hewlêr û Duhokê di nava Kurdên Sûriyê de careke din zindî bibe.
Serok Barzanî her wiha got, PYD hemû partî û rêxistinên din dane aliyekî û bû beşek ji PKK û PYD pabendî rêkeftinên di nava aliyên kurdî de nema.
Barzanî her wiha bal kişande ser wê yekê ku êdî Sûriyê venagere weke berê.