Tora Medyayî ya Rûdawê bo lidûvçûna rewşa jiyana koçberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, ku li Yûnanê ne, tîmeke taybet şandiye wî welatî.
Tîma Rûdawê bo çêkirina raportan û veguhastina rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê, roja sêşemî 13ê Îlonê serdana kampekê li bajarê Tsalonîk ê Yûnanê kir.
Peyanêrê Rûdawê li Yûnanê, Zinar Şino derbarê jiyana koçberên Kurd ên di wê kapmê de ragihand: “550 kes li kampê hatine bicihkirin, ku piraniya wan zarok in. Kampek e ku kes nizane bi çi awayî hatiye çêkirin. Ewên ku di nav kampê de dijîn, ji zarok û jinan û pîr, nexweş ketine û ji ber egera belavbûna nexweşiyê di nav kampê de, metirsiya çêbûna karesatekê gelek mezin heye.”
Zinar Şino amaje bi xem û kovanên koçberên Kurd ên di wê kampê dike û dibêje: “Ne bi ziman û ne bi axavtin, mirov nikare behsa rewşa xirab a koçberan li wir bike, bi taybetî ew koçberên Kurd ên ku pêştir ji giravên Yûnanê ve xwe gihandine sînorê Makedonyayê. Wan hêvî dikir, ku xwe bigihînin Ewropayê.”
Keça bi navê Mîdya ku temenê wê 22 sal e, yek ji wan koçberên Kurd e ku ji Rojavayê Kurdistanê ve berê xwe daye Ewropayê û niha li wê kampa li Yûnanê hatiye bicihkirin. Mîdya nexweş e û heta niha ti kes bi hawara wê ve nehatiye.
Peyamnêêr Rûdawê dibêje, eger Mîdya li cihekê din baya, dê xelk lê bibana xwdî û ji rewşa tendirsutiya wî bipirsîbana.
Koçbereke din jineke Rojavayê Kurdistanê ye ku xwediyê 5 zarokan e û bi xwe nexweş e. Wê jinê pêwîstî bi çareseriyên pizîşkî heye, lê belê ti kes nîne ku wê bibe cem pizîşk.
Wê jinê derbarê nexweşiya xwe de wiha ji Rûdawê re axivî:
“Nexweşiya min, morkên pişta min e. 7 sal e min ew nexweşî heye. ez hatim da ku çareseriya xwe bikim, çimku min pêwîstî bi neştergeriyê heye. Zarokek min tengenefesî heye. Pizîşk dibêje nabe ku di nav kampê de hatûçûyê bike, lê eger nav kampê nebe, ew dê biçe kuderê.”
Ew jina koçber a ji Rojavayê Kurdistanê herwiha dibêje: “Em diçin cem Netewên Yekbûyî, tiştekê ji me re nakin. Em diçin cem pizîşkan, ew jî tiştekê bo me nakin.”
Peyamnêrê Rûdawê, Zinar Şino amaje bi wê yekê dike, ku xort heye di nav kaampê de hêj temenê wî negihîştiye 40 saliyê, lê rastî kirîza dil hatiye, ji ber ku gelek di nav kampê de çav li rê bûye. Zinar Şino herwiha got, beşek ji koçberan, malbatên wan li Rojavayê Kurdistanê mane û beşek ji wan jî gihîştine Ewropa û ew li Yûnanê bi tenê mane.
Jineke din a nav kampa Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re behsa rewşa xwe dike û dibêje: “Rewşa me gelek xirab e. Kesek xwe li me nake xwedan. Em silavê xwe ji her çar parçeyên Kurdistanê ji Mesûd Barzanî re dişînin. Alîkariya me bidin û me ji wê rewşê rizgar bikin. Ti rêyek bo derketina me li wî cihî nîne. Zilamên me derketine û jin û zarok li wir mane. Ne ew dikarin bêne cem me û ne jî me dikarin xwe bigihînin cem wan.”
Herwiha Dayika Mîdya ya temen 22 salî jî ji Rûdawê re wiha got: “Zarokên min nexweş in, pêwîstiya wan bi çareseriyê heye. Pizîşk tenê hebên azarşikandinê didin me, keçeke min a 17 salî pêwîstî bi neştergeriya gurçikan heye. Mîdya bi xwe, pêtir 3 caran neştergerî jê re hatiye kirin.”